Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Vegan a Tirkiyeyê(TVD) ji bo ku hişmendiya veganiyê li Tirkiyeyê bi pêş bikeve xebatên xwe didomîne. Komeleyê bernameya Festîvala Vegan ya Navneteweyî(Stenbol Vegfest) aşkere kiriye.
Festîvala îsal di 1-2ê Çiriya Pêşiyê de wê li Festîval Parka Kadikoyê bê lidarxistin. Festîval wê belaş be.
53 axaftvan ji Tirkiye û cîhanê wê di 37 beşên cuda de naverokeke dewlemend pêşkêşî mêvanan bikin.
Di festîvalê de çalakiyên weke gotûbêj, performans, muzîk, panel, kargehên xwerinên vegan, nişandana belgefîlmên xelatgirtî, pêşangeh û ji bo zarok û gîhaştiyan gargehên cûr be cûr wê lidarxistin.
Festîvala îsal wê bi piştgiriya V-Label, ProVeg International, Vegfûnd û Itz Nutzê wê bê lidarxistin.
Festîval wê belaş be. Serlêdana festîvalê li ser sepana mobîl a Radar Stenbolê tê kirin an go li ser hesabê medya civakî yê festîvalê.
Ji bo bername û hesabên medya civakî yên festîvalê vê navnîşanê bitikîne: https://vegfest.istanbul
(EMK/AY)