Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêzefîlm wê ji ber pirtûka “Rizgarkirina Amyyê” ya Daphne Barakê bê amadekirin ku beriya mirina Winehouse-ê hatibû nivîsandin.
Mafên weşandinê yên pirtûka bi navê “Rizgarkirina Amyyê” (Saving Amy) di sala 2021ê de firotibûn Halycon Studioyê.
Rêveberiya şîrketê gotiye ku bicihanîna vê projeyê ji bo wan cihê şanaziyê ye.
Çav li rê ye ku fîlmê sînemayê jî ji ber vê pirtûkê bê amadekirin lê niha wê rêzefîlmekî ji heşt beşan pêk tê, bê çêkirin.
Ne diyar e ku wê rêzefîlm kengî bê nîşandan.
Amy Winehouse di sala 2011ê de miribû. Di sala 2006ê de bi albûma “Back to Black” li hemû cîhanê navê wê belav bûbû. Bi tenê du albûmên wê hebûn lê 6 xelatên Grammy-yê wergirtibûn.
Beriya niha belgefîlmek bi navê “Amy” (2015) li ser jiyana wê hatibû çêkirin. (MT/TY/FD)