Şanoya Bajêr a Amedê wê “Dek û dolabên Scapen”ê li Stenbolê bilîze

Lîstika şanoyê ya bi navê "Dek û dolabên Scapen" a Şanoya Bajêr a Amedê wê li Stenbolê bê nîşandan.
Moliere nivîskarê lîstikê ye û Dilawer Zeraqî wergerandiye kurdiyê. "Dek û dolabên Scapen" lîstika nû ya vê serdemê ya Şanoya Bajêr a Amedê ye û wê di 16 û 17ê Çiriya Pêşiyê de li Navenda Çandê ya Bariş Mançoyî ya Şaredariya Kadikoyê bê nîşandan.
Ozcan Ateşî ev lîstika ku ji 3 perdeyan pêk tê û di kategoriya komediyê de ye, adapteyî kurdî kiriye. Li dîstikê de Yavûz Akkûzû, Sena Ozbey, Şahabettîn Dag, Erdal Kaya, Şahperî Alphan, Ozcan Şeker, Nûrşen Adiguzel û Sadettîn Înal dilîzin.
Lîstik wê saet di 20.30 deqîqeyan de destpê bike û biletên wê, li ser malpera Passoyê tên firotin.
"Dek û dolabên Scapen" cara pêşiyê di 24ê Gulana 1671ê de li Palais-Royal Tiyatroyê hatiye nîşandan. (FD)