Li DYAyê ji ber bahozê 87 kes mirine
Li eyaleta Florîdayê 83, li eyaleta Karolînaya Bakur a DYAyê jî 4 kes ji ber bahoza bi navê Ianê mirine. McPherson, Rayedara Ewlekariya Peravê DYAyê gotiye: "Hin deverên Floridayê nayên naskirin."

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber bahoza Ianê a ku piştî Kubayê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi bandor bûye, hejmara miriyan zêde dibin.
Ji îro (3ê Çiriya Pêşiyê) ve li Florîdaya ku bahozê bi pileya 4ê lê bandor kiriye 83 kes û li Karolînaya Bakur jî 4 kes mirine.
Li gorî nûçeya CNN Internationalê Rayedara Ewlehiya Peravê DYAyê Brendan McPhresonê derbarê çavdêrî û xebatên xwe yên li herêmê yên bi rêya hewayî de zanyarî daye û gotiye ku hin deverên Floridayê "nayên naskirin".
Her weha Serokê DYAyê Joe Biden ragihandiye ku ew û hevjîna xwe Jill Bidenê îro wê serdana Porto Rîkoya ku li ber lehiyê ketiye bike û Di 5ê Çiriya Pêşiyê de jî wê serdana Florîdayê bikin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.