Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesusî duh (5ê Çiriya Pêşiyê) li Cenêvê, bajarê Swîsreyê li navenda WHOyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Ghebreyesusî derbarê şewbên li cîhanê dewam dikin de zanyariyên nû dane.
Ghebreyesusî diyar kiriye ku, li seranserê Sûriyeyê di 6 hefteyên dawiyê de hejmara kesên bi nexweşiya kolerayê ketine, ji 10 hezarî bihuriye.
Dîrektorê Giştî her weha destnîşan kiriye ku li Haîtiyê ji hejmara newxeşan ji ya hatiye aşkerekirin zêdetir e: “Ev şewb ji bo Haîtiya xwe amade dikir k udi dawiya salê de xwe ji nexweşiyê paqij bike, rewşeke nelirê çêkir.”
Ghebreyesusî gotiye ku nexweşên kolerayê bi derzîkirin û ava paqij dibe ku rehet bibin lê kelûpelên gelek kesan nîne ku têkoşînê bi kolerayê re bikin. Her wea bang li şîrketên dermanan kiriye û ji wan daxwaz kiriye ku ji bo zêdetir derzî bên çêkirin, bila hevkariyê bi WHOyê re bikin.
Ebola û Covid-19
Ghebreyesusî di civînê de behsa şewba Ebolayê ya li Ûgandayê rû daye, nexweşiyên piştî lehiyê li Pakistanê derketine holê, Covid-19 û xureka meymûnan jî kiriye.
Li gorî daneyên ku WHOyê parve kirine, îsal, ji dema ku careke din nexweşiya Ebolayê peyda bûye, 63 kes an nexweş ketine an jî bi gûmana nexweşiyê serî li nexweşxaneyan dane, her weha 29 kes jî ji ber wê mirine. 10 xebatkarên tenduristiyê yên vîrus bi wan ketiye, mirine, dermankirina 4 kesan dewam dike.
Ghebreyesusî derbarê nexweşiyên ku piştî lehiyê, li Pakistanê derketine de jî zanyarî dane. Li gorî van zanyariyan zêdetirî hezar û 500 kes ji ber lehiyê û barana zede mirine. Lê ger civaka navnetewî bi lez û bez alîkariyê negihînin, wê gelek kes ji ber nexweşiyan bimirin.
Ghebreyesusî herî dawî behsa şewba Covid-19ê kiriye û gotie ku li welatên Ewropayê hejmara nexweşan, kesên ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyan tên dermankirin û mirinan de zêdebûnek heye. (SD/FD)