TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 92
Êrişkarê Parîsê wê bi du sûcan bi awayê girtî were darizandin
Wîllîam M., li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kayayî kiribû û 3 kes kuştibû. Wîllîam M., wê bi awayê girtî di sûcên “kuştin” û “hewldana kuştinê” de were darizandin.
27 Kanûn 2022
Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DBPyê hatiye girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de hevserokên 14 bajaran yên DBPê bi awayekî hemwext hatibûn desteserkirin. Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DBPyê duh hatiye girtin.
27 Kanûn 2022
Li Stenbolê êrîşa Parîsê hatiye protestokirin: Gelek hunermend desteser kirine
Komeke hunermendan xwestiye li pêşiya Konsolxaneya Fransayê ya li Taksîmê xwenîşandanekê li dar bixe. Polîsan hunermend desteser kirine.
26 Kanûn 2022
HDP: Banga me zelal e, divê parêzer biçin îmraliyê
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Temel gotiye: “Em bang li Bozdag dikin. Divê têkildarî hevdîtina parêzeran ya ji bo Îmraliyê daxuyaniyê bide û tişta pêwîst bike. Divê rê li ber hevdîtina parêzeran veke.”
26 Kanûn 2022
Sûryanên li Amedê Cejna Christmasê pîroz kirin
Civaka Xirîstiyanan Cejna Christmasê ya ku wek rojbûna Îsa Mesîhî tê qebûlkirin, li Amedê bi merasîmeke ayînî pîroz kirin.
26 Kanûn 2022
Roza Yiğit
Xwepêşandanên li Iranê: Di 100 rojan de 507 kes mirine
Xwepêşandanên ku di 16ê Ilonê de piştî mirina Jîna Mahsa Amîniyê destpê kiribû, 100 roj in didome. Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan ragihandiye ku ji wê rojê heta niha ji 500î zêdetir xwepêşander mirine.
26 Kanûn 2022
Li DYA û Kanadayê ji ber bagerê bi kêmanî 38 kes mirine
Roja şemî û yekşemê ji ber ba û bagerê, sermaya qutbî li Amerîkaya Bakur bi kêmanî 38 kes mirine.
26 Kanûn 2022
Êrişkar ji klînîka psîkiyatriyê derxistine û dîsa desteser kirine
Wîllîam M., li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kayayî kiribû û 3 kes kuştibû. Wîllîam M.yê ku piştî êrişê şandibûn klînîka psîkiyatriyê dîsa hatiye desteserkirin. Wê îro êrişkar derxîne pêşberî dadgehê.
26 Kanûn 2022
Nobeta li dijî tecrîdê, di roja sêyem de dewam dike
Parlamenterên HDPyî gotiye: “Ji bo em daxwazên bi milyonan kurdan û gelên xwe ji Wezaretê û radeyarên hikûmetê re ragihînin, em li vir in.”
23 Kanûn 2022
Gundekî Midyadê ketiye lîsteya Rêxistina Geştûguzariyê ya NYê
Rêxistina Geştûguzariyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNWTO) gundê Hexê yê Siryanan yê navçeya Midyada Mêrdînê xistiye nav lîsteya "bernameya geşepêdanê".
23 Kanûn 2022
Li Parîsê bi çekan êrişî Navenda Çanda Kurd ya Ahmet Kaya kirine
Li Parîs, paytexta Fransayê êrişek çekdarî li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hatiye.
23 Kanûn 2022
Belgefîlmê “Bîra mi’ têtin”” wê li ser înternetê bê weşandin
Belgefîlmê Selîm Yildizî, yê 2016ê derbarê Qetlîama Robozikê de kişandibû, wê heta 29ê Kanûna Pêşiyê li ser malpera vimeoyê û bê pere bê nîşandan.
23 Kanûn 2022
Rojnameger Sînan Aygul serbest bûye
Sînan Aygul, Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê û Berpirsê Weşana Giştî yê Bîtlîs Newsê ku ji ber nûçeya ku çêkiribû hatibû girtin, serbest bûye.
23 Kanûn 2022
Doza Şebnem Korûr-Fîncanciyê: Dadgehê danişîn taloqî 29ê Kanûna Pêşiyê kir
Serokê Dadgehê ji dozger nerîna wî xwest. Dozger nêrîna xwe ya di îddianameyê de dûbare kir û xwest Korûr-Fîncanci di sûcê propagandaya rêxistinê de bi cezayê herî zêde were cezakirin. Dadgehê biryara girtîmayîna Korûr-Fîncanciyê da û danişîn taloqî 29ê Kanûna Pêşiyê kir.
23 Kanûn 2022
Ruken Tuncel
Polîsan bi ser Navenda Giştî ya DBPyê de girtiye
Amed di serî de, li gelek bajaran polîsan bi ser avahiyên DBPyê û malên rêvebirên wan de girtine. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir hatiye desteserkirin.
23 Kanûn 2022
Parlamentoyê, parlamenteriya Semra Guzelê betal kiriye
Piştî li Parlamentoyê parlamenteran dengên xwe bikar anîn, parlamenteriya Semra Guzelê betal bû.
23 Kanûn 2022
Ji bo “hestiyên li bin avê derketine" serî li Serdozgeriya Erdîşê dane
ÎHD, Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, Şaxa OHDê ya Wanê, Nûnertiya ÇEV-DER û nûneriya TÎHVê ya Wanê, ji bo lêkolînkirina hestiyên ku li gundê Partaşê piştî ava bendavê kêm bûye û derketine ser rûyê erde serî dozgeriyê dane.
22 Kanûn 2022
Di sersalê de wê hemû gerstêrk û heyv di heman demê de xuya bikin
31ê Kanûna Pêşiyê, di saetên şevê de wê pênc ji wan bi çavan, du jî bi rêya teleskopê, bi giştî heft gerstrêk wê bên dîtin. Li gel heft gerstêrkan wê heyv jî xuya bike.
22 Kanûn 2022
Mûçeya herî kêm ya mehane bûye 8 hezar û 500 lîre
Serokomar Erdogan aşkere kiriye ku di sala 2023an de mûçeya herî kêm ya mehane wê 8 hezar û 500 lîre be.
22 Kanûn 2022
Li Erdexan, Qers û Erzeromê berfê bandor li jiyana rojane kiriye
Li her sê bajaran jî pîleya germahiyê bi şev dikeve bin sifrê û camên mal, kargeh û wesayitan bûz girtiye.
22 Kanûn 2022
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
TIHV û IHDyê ji bo Şebnem Korûr-Fîncanciyê banga piştevaniyê kirine
Coşkûn Ustercî, Sekreterê Giştî TIHVê diyar kiriye û gotiye, “Em bawer dikin ku ev şaşiya mezîn dê were rastkirin û hevala me ya xoşewîst Şebnem wê mîsoger were beraetkirin.”
22 Kanûn 2022
Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
Şeva Yeldayê ku şeva herî dirêj a salê ye bi pêşengiya sazî û nivîskarên Kurd li Amedê hat pîrozkirin
22 Kanûn 2022
Roza Yiğit
Li Afganistanê jinan qedexeya zanîngehê protesto kiriye: “Perwerdehî, mafê me ye”
Tirkiye û YE jî di nav de gelek welat û saziyên navneteweyî biryara Talîbanê ya ji bo qedexekirina perwerdehiya jinan li zanîngehê şermezar kirine.
22 Kanûn 2022
COVID-19 | WHO: Li Çînê hejmara nexweşan zêde dibe, em metirsîdar in
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Ghebreyesusî di civîna dawiyê ya sala 2022yê de zanyariyên nû yên derbarê şewbên li cîhanê de daye.
22 Kanûn 2022
RTUKê ceza li kanalên televîzyonan biriye
Endamê RTUKê Îlhan Taşçiyî cezayên ku RTUKê li kanalan biriye li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiriye. Taşçiyî diyar kiriye ku bernameya 'Medya Mahallesî' ya li Halk TVyê tê weşandin bi îdiaya ku "bi mîmîkan pesnê terorê daye", 3 caran cezayê “rawestandinê" lê hatiye birîn.
21 Kanûn 2022
129 parlamenterên CHPyê ji bo îstîsmara zarokan pêşniyarnameyek pêşkêş kiriye
Parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bo li ber bûyerên îstîsmara zarokan û tundkariya li zarokan tê bikirin tedbîr bêngirtin, xwestine komîsyona lêkolînê li Parlamentoyê vebe.
21 Kanûn 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Parlamenterên HDPê li ber Wezareta Edaletê dest bi çalakiya rûniştinê kirine
Hevserokê KCDê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ber Wezareta Edaletê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin û gotine, “heta ew bigîhijin encamê dê çalakiya xwe bidomînin.”
21 Kanûn 2022
ÎHD: “Hikûmet bi helwesta xwe ya li dijî HDPyê qanûnan binpê dike”
ÎHD: “Em çalakiya tund a li dijî Ferhat Encuyî, desteserkirina bi derblêdanê ya malbatan û rojnamegeran û astengkirina Hevserokên Giştî yên HDPyê şermezar dikin.”
21 Kanûn 2022
Arjantîniyan serkeftina Mondiyalê pîroz kiriye
Bi deh hezaran kesî tîma fûtbolê ya netewî ya Arjantînê li paytext Buenos Airesê pêşwazî kiriye. Arjantîn di cîhana Mondiyalê de cara sêyem e ku bi ser dikeve.
21 Kanûn 2022
Serokê YNKyê Bafil Talabaniyî serdana Rojavayê kiriye
Serokê Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê Bafil Talabaniyî serdana Rojavayê kiriye û bi Fermandarê HSDyê Mazlûm Abdiyî re civiyeya. Di hevdîtinekê de li ser mijara “têkoşîna li dijî terorê” civînek ligel Fermandarê CJTFOIRê Matthew McFarlane pêk anîne.
21 Kanûn 2022
Rojnamegera girtî bi destê kelemçekirî li nexweşxaneyê hatiye dermankirin
Rêvebiriya Tenduristiyê ya Enqereyê mueneya bi destê kelemçekirî ya Ceylan Şahînlî, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê parastiye û gotiye ku kelemçe dermankirinê asteng nake.
20 Kanûn 2022
Girtiyên li Girtîgeha Eregliya Konyayê 77 roj in di greva birçîbûnê de ne
Girtiyên ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Eregliyê di hucreyên yek kesî de dimîne, li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne.
20 Kanûn 2022
1
...
90
91
92
93
94
...
101
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver