Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Îro salvegera Komkujiya Helepçeyê ye. Di ser vê komkujiyê re 35 sal derbas bûn lê birîna Helebçeyê hêj jî nekewiyaye. Komkujiya Helebçeyê, xeleka dawî û ya herî biêş a êrişên sîstematîk ên Sedami bû. Emna Sûreka yek ji rawestgeha dawî ya qirkirinê bû.
Emna Sûraka niha şahidiya wê serdemê kiriye û niha jî weke 'muzeya şermê' hatiye sazkirin. Ev avahî li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ye ji aliyê Sedamî ve ji sala 1979 heta 1991an weke karergah hatiye bikaranîn. Di her quncikeke vê avahiyê de îşkence û zilmeke xedar hatiye kirin.
Top û tankên Sedamî beşek ji muzeyê ye.
Emna Sûreka bû sembola serhildana dawî ya kurdan li Iraqê. Li ser dîwarên wan her nîşana guleyan; Weke nîşaneya herî watedar a serhildana gel a bêserûber a li dijî zilma dîktator, hewldana qirkirinê û kuştina bi hezaran mirovan hatiye parastin.
Wêneyên qurbaniyên Komkujiya Enfalê
Hejmara ampûlên ku van neynikan ronî dikin 4 hezar û 5 sed e. Her ampûl yek ji 4 hezar û 500 gundên ku Sedam di komkujiya Enfalê de wêran kiribûn temsîl dike.
Li pişt dîwarên stûr, hucreyên ku li her quncikekê îşkenceyek cuda tê kirin hene.
Bedela herî giran jin, zarok û kedkar didin
Tecawiz di serdema Saddam de wek rêbazeke îşkenceyê gelek hatiye bikaranîn. Armanca sereke şikandina berxwedana pêşmergeyên ku li dijî rejîmê derketine çiyan e.
Ev peykerê dersdarê kurd Mamoste Ehmed e. Du salan di vê hucreyê de ma ye piştre li Bexdayê hatiye îdamkirin.
Gelek kes, bi taybetî xwendekar, netewperwerên kurd û muxalifên din li vir hatin zîndanîkirin. Rastî gelek îşkence û tecawizê hatin
Derbarê Emna Sûreka de
Emna Sûreka di sala 2003an de wek muzexaneyekê hat vekirin da ku binpêkirinên mafên mirovan ên di bin desthilatdariya Sedamî de bên belgekirin.
Rejîma Saddam, di 16ê Adara 1988an de bi gazên kîmyewî êrişî bajarê Helebceyê kiribû û di encama êrişê de herî kêm pênc hezar kes ku piraniya wan zarok û jin bûn, miribûn. Bi hezaran kes jî brîndar bûbûn. Helebce bajarekî Herêma Kurdistanê ye û nêzikî sînorê Îranê ye. (RY/FD)