Di pîrozbahiya Newroza îsal de li bajaran bi dehan kes hatine desteserkirin.
Stenbol
Duh li Stenbolê li Qada Yenîkapiyê Newroz hatiye pîrozkirin û di encamê de nêzî 200 kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di nav kesên desteserkirî de zarokekî astengdar û parêzer jî hene û her weha polîsan kesên desteserkirî birine Midûriyeta Polîsan a li Kolana Vatanê û Binkeya Buroya Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Fatîhê.
Li navçeya Qoserê piştî pîrozbahiya Newrozê 35 kes hatin binçav kirin. Ji kesên hatin binçavkirin piranî jê zarok in.
Qoser
Li navçeya Qosera Mêrdînê, Newroz bi tevlîbûna bi dehhezaran kesî hatiye pîrozkirin. Diyar bûye ku piştî Newrozê piranî jê zarok 35 kes hatine desteserkirin.
Kesên desteserkirî ji bo îfadeyê li Midûriyeta Polîsan a Qoserê ji bo tên ragirtin.
Bûrsa
Polîsan serê sibehê avêt ser mala Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bûrsayê Mehmet Dîlek. Polîsan di serdegirtinê de Dîlekî desteserkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Hatiye zanîn ku duh piştî pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Yildirima Bûrsayê gelek kes hatine desteserkirin. (AY)