Fotograf: Semra Yansit
Newroz her sal wek pîrozbahiya cejna biharê li Rojhilata Navîn tê pîroz kir. Lê îsal li Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejê û lehîyê, Newroz bi dirûşma “Her der Newroz, her dem Azadiye” hat pîroz kirin. Ji ber vê jî ne weke cejnekê lê weke helwesteku tund bû. Li Newroza Êlihê gelek kes bi cil û bergên xwe yên netewî û bi alên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Keskparêz û Çepgiran tevli Newrozê bûn. Di nava alên partiyên siyasî de alên tîma futbolê yên Amedspor jî bal dikişandin. Ev jî nîşan dide ku li Êlihê jî gel xwedî li Amedsporê derdikeve. Di vê Newrozê de peyama sereke ya ku derket holê ew bû ku pêwiste pergal bê guhertin û HDP bibe mifteya demokrasiye û aştiyê. Lê ji bilî vê peyamê di nava gel de hêrsek hebû. Hêrsê bi dirûşmeya “hikûmet îstîfa” xwe da der.
Gel dev jî qadê berneda
Komeleya Çand, Yekîtî Piştevanî û Alîkariya bi Xizmên Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Winda Bûne (MEBYA-DER), Baroya Elihê, Komeleya Nifşê 78an, Dayikên Aştiyê û endam û rêvebirên Partiya DEVAyê, Partiya Siberoj û Parlementerên HDPê, Hevserokên Partiya Keskparêz û Çepgiran ên Elihê û gelek aktîvîst tev li Newrozê bûn. Li gorî bernameyê wê siyasetmedar Ahmet Turk jî beşdar biba, lê ji ber nexweş ketiye, ew beşdar nebû.
Di dema pîrozbahiyê de gel gelek caran bi dirûşmeyên “HDP gel e û li vir e”, “Em ê bi berxwedanê kar bikin”, “Newroz pîroz be”, “Hikûmet îstîfa" berz kirin. Ciwan ji bilî stranên li ser dike, bi xwe stran strîn û govend girtin. Digel ku hewa sar bû û baraneke xurt dibariya jî gel dev jî qada Newrozê berneda.
“Wê di hilbijartinê de biçin”
Bernameya Newrozê bi bîranîn û rêzdariya kesên ku di têkoşîna aştî û demokrasiye de û di erdhejên 6ê Sibatê û liheya piştî wê de can dane destpê kir. Di serî de Hevserokên Şaredariya Elihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên kayyim li şûna wan hatine danîn axivîn. Korkmazê kesên di erdhêjê û lehiyê can dane bibîrxist û got: “Newroz berxwedan e, serhildan e, Mazlûm û Rewşan e. Ê ku dixwazin HDPyê bigrin bila li qadê binerin. Ev pergala AKP û MHPyê, ev pergala kayyim di vê hilbijartinê de wê têk biçin. Ê ku me bi mirinê re rû bi rû dihêlin di 14ê Gulanê de wê biçin.”
Demîrî jî got: “Di kareseta erdhejê de hat xuyakirin ku çi tovên nebaşî û xirab ên Erdogan hebin, derket holê. Heyva Sor û AFADê li vî welatî kon û xwîn bi peran firotin.”
“Qada Newroz ê bû Qada Azadiyê”
Piştî axaftina Demîrî Parlementera HDPyê ya Elihê Ayşe Acar Başaranê anî ziman ku di bin vê baranê de we sekna xwe nîşan da û wiha berdewam kir: “We qada Newrozê kir qada azadiyê û tekoşînê. Em Hewroza xwe wek her sal ne bi kelecan û bi coş pîroz dikin. Di vê Newrozê de êşa me giran e. Bi hezaran hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan û koçber bûn. 42 roj li ser erdhejê derbas bû ,lê hejî pewîstiyên mirovî hene. Ev pewîstî bi destê desthilatdariyê nayên cih. Ev pergal xirabeye û vala ye. Gel bangawazî Heyva sor, AFAD û desthilatdariyê kir lê ji wan kesek tunebûn.”
“Ji 2015an ve li ser Ocalan tecrit tê meşandin”
Acarê bal kişand li ser tecrîta Reveberê PKKê Ocalanî û got: “Ji sala 2015an ve li ser keseyeta Abdullah Ocalanî li zindanan tecrit tê meşandin. Dixwazin ku pirsgirêka kurdan, bi siyaseta şer, tundî, bişaftin û bi înkarê çareser bikin. Di vê sedsalê de dixwazin kurd bindest bin. Li ser vê welatî me hemwelatî nabînin. Desthilatdar dixwaze HDPyê bigre lê HDP ne deriye ku bê girtin. HDP fikriyateke û ev fikriyat niha li vir e.”
“Hûnê hesab bidin”
“Ev Newroza şînê ye lê em jî bihêrs in. Ev Newroza lêpirsînê ye. Em jî vê qadê bangawaziya xwe dikin ku hûnê hesabên kesên din bin wan avahiyan mane, bidin. Hûnê hesabên kon û xwînên ku we firot bidin. Em ê di vê hilbijartinê de dawî bi îttîfaka AKP û MHPê bînin.”
“HDP mifteya demokrasiyê ye”
Parlementêrê HDPyê Mehmet Ruştu Tîryakî jî diyar kir ku hezar sal in Newroz tê pîroz kirin: “Di van hezar selan de gelek ciwanên kurd kuştin û xwestin ku wateya Newrozê vala derxin û peyva Newrozê biguherînin. Lê armanca wan nehat cîh. HDP mifteye û em ê bi vê mifte deriyê demokrasiyê û girtîgehê vekin.” (SY/FD)