Fotograf: Bêrîvan Kayî
Piştî ku li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gel Newroz pîroz kir fînala wê 21ê Adarê roja Sêşemê li Amedê hat kirin. Newroza Amedê îsal jî bi tevlêbûna bi sedhezaran kesan xwedî naverokeke cur bi cur bû. Li qadê ji gelek bajarên cuda sazî û rêxistin tevlê bûbûn.
Newroza 2023an 15ê Adarê li Şemzinanê starta wê hat dayîn û ji 15ê mehê heta 21 yekê wê bi tevahî li 43 bajaran hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên Newrozan de li aliyekî coşa Newrozê hebû lê li aliyê din şîna mexdûrên erdhejan hebû. Newroza ku her sal bi pîrozbahiyan bi coş dihat pîrozkirin îsal bi êşa erdhejê hat pêşwazîkirin û bernameya îsal diyarî qurbaniyên erdhejê hat kirin.
Me jî wek bianet kürdiye berê xwe da hin rengên li qadê yên wek femînîst û alîgirên Amedsporê.
“Newroz bû cihê hesabpirsînê”
*Îrem Gerkûş
Ji komên femînistan ên cuda komek jin li qada Newrozê hatibûn gel hevdû. Yek ji van jî Îrem Gerkûş e ku xwe wek femînistek serbixwe pênase dike. Îrem Gerkûş di axatina xwe de bal kişand ser sedema tevlêbûna Newroza Amedê û got: “Ez û gelek hevalên xwe yên bi rojane li Semsûrê di nav xebatên alîkariyê de ne. Me xwest em tev li Newroza Amedê bibin. Ji ber ku em dizanin Newroza îsal tenê ne Newroz e, roja hesabpirsîna ji kesên ku li herêmên erdhejê xwedî li gel derneketiye û gel di bin kavilan de hiştiye. Ji ber vê yekê em hem şîna xwe digrin hem jî li qada Newrozê ne. Em bi xwe jî ji roja ewil a erdhejê ve diçin herêmên erdhejê û tên. îro jî ez bi hevalên xwe yên di koma bi navê “Piştgiriya feminîstan a ji bo karesatê” (Afet İçin Feminîst Dayanışma) re hatim Newroza Amedê.”
Îrem Gerkûşê bal kişand li ser atmosfera qada Newrozê û got: “Ya rastî ji ber şînê gel zêde ne bi coş e, lê li aliyê din jin û ciwanên li qadê bi cil û bergên xwe û bi sekna xwe Newroz pêşwazî dikin. Lê bi hêrs in û îsyana xwe jî tînin ziman.”
”Em hêrsa mexdûrên erdhejê li qada Newrozê tînin ziman”
*Ezgî Kirikkûş
Piştî ku Îrem Gerkûş behsa hevalên xwe yên di koma “Piştgiriya feminîstan a ji bo karesatê” kir, min berê xwe da jina ciwan a bi navê Ezgî Kirikkûşê. Kirikkûş ji roja erdhejê ya yekemîn çûye herêma erdhejê û li Semsûrê konên feminîst ji bo bi jinên erdhejzede vedane.
Ezgîyê di serî de behsa çavderiyên xwe yên li herêma erdhejê kir û wiha anî ziman: “Ligel tabloya heyî ya xerab a erdehejê wisa xuya dike dê heta demeke dirêj erdhej di rojeva me de be. Ji ber ku pirsgirêkên li herêma erdhejê pir in. Vaye hema bêjin erdhejê 2 meh li pişt xwe hişt, lê hê li gelek ciyan kon nînin û gel di nav şert û mercên zahmet de jiyana xwe didomînin. Pêdiviyên bingehîn hê jî nehatine çareserkirin. Li gel vê yekê pêdiviyên jinan jixwe zêde girîng nayên dîtin. Hê kon tune ne. Lehî rabû konên heyî ya bixwe re birin an jî di bin avê de man li bajarên erdhejê. Yanî bi kurtasî ji bo pêşeroja bajarên erdhejê, em dikarin bêjin ku evqas nediyarî, kêmasî û pirsgirêk hene. Li van herêman hema bêjin derfet nebûn ku gel şîna xwe bigre. Ji ber vê yekê em îro şîna wan digrin û şîna wan şîna me ye. Em îro şîn û hêrsa bi deh hezar erdhejzedeyan li vê qadê tînîn ziman û bang dikin.”
Alîgirên Amedsporê jî li dijî nîjadperestiyê li qada Newrozê bûn
Li qada Newrozê ya Amedê bi al û filamayên xwe yên ku rengê xwe dayî Newrozê jî alîgirên Amedsporê bûn.
Amedspor bi salan e li gelek deran dema derdikeve stadyûman, rastî cudakarî û êrîşên nîjadperestiyê tê. Herî dawiyê li Bûrsayê di maça Bûrsasporê - Amedspor de hem beriya maçê hem jî di kêliya maçê de lîstikvan û alîgirên Bûrsasporê êrîşî tîm û alîgirên Amedsporê kirin.
Alîgirên Amedsporê yên beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya Amedê bûn, li dijî van êrîşên li ser Amedsporê derketin.
*Alî Ekîcî û alîgirên Amedsporê
Ji koma alîgirên Amedsporê Alî Ekîcî got: “Em wek aligirên Amedsporê her tim li dijî neheqî û zilma heyî ji berê heta niha li qadan bûn û ji îro pêde jî em ê bi dengekî bilindtir li qadan bin. Di maça li Bûrsayê de êrîşeke mezin li ser tîma Amedsporê bû. Em vê yekê ti carî û ji bo ti tîme qebûl nakin. Ji ber vê yekê jî em îro li Amedê li qada Newrozê hem ala Amedsporê bilind dikin hem jî niheqî û êrîşên nîjadperest şermezar dikin. Amedspor ne tenê ye û alîgirên wê bi milyonan e, em ê her tim dengê xwe li dijî nîjadperestiyê bilind bikin.” (BK/FD)