Hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî re ji 25ê Adara 2021an û vir ve tê astengkirin. Abdûllah Ocalanê ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, herî dawî di 25ê Adara 2021an de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîbû û paşê ti agahî jê nehatibû wergirtin.
Parêzerên Biroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzerên Abdullah Ocalanî ne, ji mêj ve ye ji bo biçin Girava Îmraliyê û li wir miwekilên xwe Abdûllah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşî bibînin, serî li saziyên peywendîdar didin.
Lê ev daxwazên wan, ji ber sedema ku “cezayê hevdîtinê li Ocalanî hatiye birîn” nayê pejirandin. Her weha malbatên van girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê jî her cara ku serî li dozgeriyê didin, nikarin destûrê werbigirin.
Li gorî zanyariyên ku Biroya Hiqûqê ya Sedsalê weşandine, herî dawî di Tîrmeha 2011an de wan hevdîtinek bi Ocalanî re kiriye û ji wê rojê û vir ve hevdîtin pêk nehatiye.
*Parêzerên Ocalanî ji bo biçin Girava Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarî ya Bûrsayê didin
Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di Îlona 2022yê de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû û hevdîtinek bi Ocalanî re pêk anîbû. Lê CPTyê heta niha rapora xwe ya derbarê Girtîgeha Îmraliyê de amade kiriye, neweşandiye.
Parêzerên Ocalanî di dawiya sala 2022yan de li ser navê her çar girtiyên li Îmraliyê, serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) dabû.
Di van demên dawiyê de Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Biroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) û hin saziyên hiqûqnasan û mafparêzen balê dikişinin li ser vê rewşê.
“Rejîma Îmraliyê ne li gorî qanûnên fermî ye”
Saziyên mafparêz û hiqûqnasan, vê rewşa heyî bi navê “tecrîd”ê penase dikin. Li gorî nêrîna van saziyan, li Girtîgeha Îmraliyê Abdûllah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşî tên “tecrîdkirin”.
*Girtîgeha Îmraliyê
Endama OHDyê parêzer Rengîn Ergulê diyar kir ku dema li gorî hiqûqê li rewşê dinêrin, ew vê rewşa heyî bi van gotinan dinirxînin: “Rejîma Îmraliyê ne li gorî qanûnên fermî ye. Îmralî ti carî nebûye girtîgeheke ku peymana hiqûqî lê tê meşandin. Ji destpêkê ve Îmraliyê di bin rejîmeke nû û awarte de bû.”
Parêzer Rengîn Ergul di berdewamiyê de destnîşan kir ku “Mafê parastinê, mafê rêzgirtina li jiyana taybet û malbatî û mafê hêviyê li Îmraliyê tê binpêkirin” û mînaka Nelson Mandelayî da: “Parêzerên Nelson Mandela diyar dikin ku derfetên hevdîtina bi Mandela re her tim hatine avakirin. Lê belê li Girtîgeha Îmraliyê ji bo hevdîtinên parêzer û malbatan ti garantiyeke hiqûqî û fermî tune ye,”
"Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye"
Li gorî nêrîna Ergulê, “tecrîda” li Girtîgeha Îmraliyê tê sepandin, di nava demê de li girtîgehên din jî bicih bûye: “Girtîgeha Tîpa Syê an jî Girtîgehên Ewlehiya wan Bilind tenê navên nû yên vê rejîma tecrîdê ne. Niha li hemû girtîgehan bi navên cuda tecrîd hîn girantir tê meşandin.”
Ergulê diyar kir ku saziyên mafparêz, rêxistinên civaka sivîl û saziyên peywendîdar ên navnetewî, li dijî vê rewşê bêdeng in û got: “Divê di parastina mafên mirovan de taktîkên nû werin pêşxistin.” (SY/FD)