Parêzeran piştî 8 salan hevdîtinek li gel Ocalanî pêk aniye
Piştî ku parêzerên Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê hevdîtinek pê re kirin, li Stenbolê daxuyanî dane çapemeniyê. Parêzeran peyama Ocalanî di dema civînê de xwendin ku derbarê greva birçîbûnê de gotiye, “Divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke”.