Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yek ji parêzerên Biroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erolî ji bo tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dewam dike, wan serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) daye û Komîteyê ji hikûmetê xwestiye, dawî li qedexeya ragihandinê ya mitleq bîne.
Erol bi nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê, Zemmo Aggozê re axiviye û gotiye ku Komîteyê heta dawiya meha Adarê dem daye Tirkiyeyê.
Ozgur Erolî diyar kiriye ku wan daxwaza hevdîtinê li Wezareta Dadê kiriye lê Wezaretê hîna bersiv nedaye wan.
22 meh in ku ti agahî ji Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanê û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konarê li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Tîpa Fyê ya Îmraliyê girtî ne, nayê girtin.
"Me xwest ku CPT raporên xwe aşkere bike"
Biroya Hiqûqê ya Asrinê herî dawî di Tîrmeha 2011ê de hevdîtinek bi Ocalanî re kiribû û ji wê rojê û vir ve hevdîtin pêk nehatiye. Ozgur Erolî diyar kiriye ku piştî Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di Îlona 2022yê de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye, wan bi Komîteyê re hevdîtineke rû bi rû kiriye:
"CPT piştî hewldana derbeyê ya 2016an, hate Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê. Her weha di serdanên xwe yên di sala 2018an û 2020an de jî, neçû. Lê di vê demê de çûn û hin dane hene ku ev serdaneke taybet e. Ji ber wê jî me ji wan xwest ku raporên xwe him zû aşkere bikin û him jî derbarê rewşa şexsî ya kesên li wir de zanyariyan bidin. Her weha li cihê ew lê ne, me hevdîtineke rû bi rû bi wan re kir."
Parêzer Erolî diyar kirie ku CPTyê derbarê serdanê de ti zanyarî nedaye wan:
"Rewşeke wisa çêkirin ku ti zanyariyek nedan û mîna gelekî bi rêzikên xwe yên burokratîk ve girêdayî ne tevgeriyan. Mirov ne li bendê ye ku mekanîzmayeke mafparêz bi vî rengî tevbigere. Hûn çiqas burokratîk jî bin, li beramberî binpêkirina mafekî gelekî cidî, hûn nikarin bibêjin 'rewşa wan baş e, me ew dîtin'. Ji ber vê sedemê ye ku me di rewşa dawiyê de got 'Em di şikê de ne ku gelo hevdîtin çêbûye yan na'. Heta roja îro jî ti dane yan jî zanyariyeke din negihîştiye ber destê me."
"Komîteyê heta dawiya Adarê dem daye hikûmetê"
Erolî destnîşan kiriye ku ji ber vê rewşa saziyên Konseya Ewropayê wan berê xwe daye saziyên din ên navnetewî û di dawiya sala 2022yan de wan li ser navê her çar girtiyên li Îmraliyê, serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) daye:
"Me dît ku karûbarên Komîteyê li gorî yên saziyên Konseya Ewropayê gelekî bi lez û beztir e. Berê me ev mekanîzma neceribandibû. Serlêdana me şandin ji hikûmeta Tirkiyeyê ye.
Komîteyê dema serlêdana me ji hikûmetê re şand, bibîr xistiye û xwestiye ku hikûmet dawî li qedexeya ragihandinê ya mitleq bîne ango 'incommunicado'yê bidawî bike, serlêdar demildest û bêyî ti astengkirin tê de hebe, bi parêzerên wan hilbijartiye re bikevin nava têkiliyê. Ev daxwaza tedbîrê ya demkî ye, nayê wê wateyê ku serlêdana me qebûl bûye.
Wê pêvajoya serlêdanê dewam bike lê Komîtyeya Mafên Mirovan a NYyê yekser rewş ferq kir. Komîteyê heta dawiya meha Adarê dem daye hikûmetê. Divê Tirkiye di nava vê demê bersivên xwe bişine. Paşê em ê jî nêrîna xwe pêşkêş bikim. Prosedur wê demekê bi vî rengî be. Lê girîng e ku Komîteya Mafên Mirovan di vê qonaxê de rewş ferq kiiye û daxwazeke bi vî rengî ji hikûmetê kiriye." (AS/FD)