Fotograf: HDP
Nobeta Edaletê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî daye destpêkirin, di roja 18an de dewam dike. Îro parlamenter Zeynel Ozen, Feleknas Ûca, Kemal Pekoz, Mûsa Pîroglû, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dersîm Dag û Celadet Gaydali beşdarî nobetê bûne. Parlamenter di dema çalakiyê de kaxiz hilgirtine ku li ser wan "Tecrîd sûcî li dijî mirovahiyê ye", "Bila şer û tecrîd bidawî bibe" û "Bila li Îmraliyê hiqûq bêpêkanîn" hatine nivîsîn.
Parlamenter Mûsa Pîroglû axiviye û gotiye: "Li Îmraliyê demeke dirêj e tecrîdeke giran heye. Polîtîkayên tecrîdkirinê li vî welatî kurteya nêrîna li pirsgirêka kurdan a hikûmetan û dewletê ye. Têkiliyeke rasterast di navbera polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê tên sepandin û nêzîkatiya hikûmetê ya li pirsgirêka kurdan heye. Tişta li beramberî vê ev e; girankirina şertên tecrîdkirinê tê wateya gûrkirina siyaseta şerî û neçareseriyê. Tişta ku hemû kes dizanin, hikûmet jî dizane; di pirsgirêka kurdan de navnîşana çareseriyê Îmrali ye.
"Polîtîkaya tecrîdkirinê ya li ser Birêz Ocalanî, tê wateya reva ji çareseriyê ango gûrkirina şerî. Çawa ku têkiliyeke rasterast di navbera tecrîd û pirsgirêka kurdan de heye, bi heman rengî di navbera pirsgirêka kurdan û demokrasiya li Tirkiyeyê jî heye. Kûrbûna neçareseriyê û gûrbûna şerî tê wateya ku wê li welêt zilm û zordarî zêde bibe û zext belavtir bibe.
"Welat ber bi pêvajoyeke hilbijartinekê ve dize. Hemû kes behsa ewlehiya sindoqan dikin. Hemû kes wî tiştî nîqaş dikin ku wê ev desthilatdar a piştî hilbijartinê qebûl bike yan na. Lê tişta ku divê bê dîtin; wê li vî welatî sindoqek bê danîn. Pirsgirêk ne danîna sindoqê ye yan na, pirsgirêk ew e ku wê sindoq di kîşan şert û mercan de bê danîn. Polîtîkaya tecrîdkirinê tê wê wateyê ku wê hilbijartin di nava şert û mecrên şerî de pêk bê. Û divê hemû kedkarên li Tirkiyeyê, hemû kesên li Tirkiyeyê bûne yên din, yên neheqî li wan bûne divê vî tiştî bibînin ku heta roja desthilat şer bike, wê kedkar nikaribin mafên xwe bidest bixin, xizanî wî zêde bibe." (FD)