Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Biroya Hiqûqê ya Asrinê ya ku parêzerên wê parêzeriya Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî dikin, nameyeke vekirî ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî re nivîsandiye.
Biroyê name bi sernavê “Nameya me ya vekirî ya ji bo Wezîrê Dadê” li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye.
Biroya Hiqûqê ya Asrinê di nameya xwe de diyar kiriye ku 720 roj in ew ti agahiyê ji miwekilên xwe Abdûllah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaşî hilnagirin.
Biroyê erdhejên ku 6ê Sibatê li Mereşê pêk hatine û bandor li 10 bajaran kirine, bibîr xistiye û gotiye ku “Li girtîgehên girêdayî Wezareta we, mafekî din ên telefonkirinê dan zindaniyan ku bikaribin agahiyê ji malbatên xwe werbigirin. Ev mafê ku di dema erdejê de bi armancên mirovî dane zindaniyan jî nedan miwekilên me yên li Îmraliyê. Û herçend malbatên her çar miwekilên me jî li herêmên erdhejê dijîn ev wiha bû.
“Di vê rewşê de em dixwazin bipirsin; gelo Girtîgeha Tîpa Fyê ya Îmraliyê ne girtîgeheke ku bi ser we ve girêdayî ye? Gelo li Îmraliyê rejîmeke cida ya hiqûqê yan jî hiqûqa welatekî din tê sepandin?
“Gelo çima zindaniyek ji Girtîgeha Sîlîvriyê dikare telefonî malbata xwe ya li Rihayê ya li herêma erdhejê ye bike, dikare agahiyê ji nas û dostên xwe bistîne lê yên li Îmrahiyê nikarin carekê ji telefonî malbata xwe bikin? Ango em pirsa xwe bi vî rengî araste bikin; ji bilî Girtîgeha Îmraliyê ti girtîgeheke din a bi ser Wezareta we ve heye ku ti parêzerek an jî mafparêzek 43 mehan nikaribe ji deriyê bikeve hundir?” (EMK/FD)