Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Abît Aktaş, bavê Veysî Aktaşê ku li Girtîgeha Imraliyê demeke dirêje bi Abdûllah Ocalan, Serokê PKKê re di tecrîtê de ye duh koça dawî kiriye.
Abît Aktaş duh li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî koça dawî kiribû.
Li ser vê yekê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo muwekîlê wan Aktaş tev li merasîma cenaze û şîna bavê xwe bibe duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû. Lê heta niha ji bersiveke erênî an neyînî nehatiye dayîn.
Cenazeyê bavê Aktaş, Abît Aktaş li Goristana Yenikoy a navçeya Rêzan a Amedê hat veşartin. Ji ber ku bersiveke erênî an neyînî ji serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê re nehate dayîn, Aktaş nekarî tev li cenazeyê bavê xwe bibe.
Piştî veşartina cenazeyî, malbata Aktaş li Mala Şîne ya Cemîl Kaya ya Rêzanê şîn danî, wê şîn sê rojan berdewam bike.
Aktaşê ku bi îdîaya "Hinek erdên di bin serweriya dewletê de ji rêveberiya dewletê veqetandin" cezayê muebetê lê hat birîn, 21 sal in di girtîgehê de ye.”
(EMK/AY)