Li Riha û Semsûrê lêhî rabûye: Hejmara miriyan derketiye 19an
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû roja înê aşkere kiribû ku ji ber lehiyên li Riha û Semsûrê 18 kes mirine. Li Tûtê, navçeya Semsûrê îro cinazeyê Fatma Tekdalê jî hatiye dîtin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Riha û Semsûrê piştî barana zêde lehî rabûbû. Li navçeya Tûtê îro cinazeya Fatma Tekdalê jî ku ji ber lehîyê wenda bû hatiye dîtin. Bandora Erdhejên Mereşê li Riha û Semsûrê jî bûbû.
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû roja înê aşkere kiribû ku ji ber lehiyên li Riha û Semsûrê 18 kes mirine.
Piştî ku cinazeya Tekdalê hatiye dîtin hejmara miriyan derketiye 19an. Xebatên lêgerîna ji bo Zeynep Zumre Tekdala ku temenê wê sal û nîve didome.
Ji ber lehîyê li Rihayê 16, li Semsûrê jî 3 kes mirine.(ME/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.