Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Almanyayê êrişên li dijî rojnamegeran zêde dibe.
Partiya Çep a wî welatî li lêpirsînekê meclîsê de mijara rojnamegeran kiriye rojev. Polîsên Krîmînal ê Federal yê Almanyayê bersiva daye partiye û diyar kiriye ku di sala 2022an de li dîjî rojnamegeran 320 çalakiyên sûc pêk hatine.
Herweha ji sala 2016an heta niha ev hejmar ya herî zêde ye.
Rojnameya Weltê rapor nîşan daye û ragihandiye ku ji 320 êrişên li dijî medyayê yên siyasî jê 46 tûndkarî, 41 gef, 31 zirar û 27 jî tehrîq bûye.
Di nava eyaletên Almanyayê de Saksonya bi 69 sûcî di serê lîsteyê de cih girtiye. Berlîn 66 û Bavyera jî bi 40 sûcî di lîsteyê de ye.
Eyaleta herî qelebalix a Almanyayê Ren-Vestfalyaya Bakûre kul i wê eyalete 20 bûyer hatine tomarkirin.
Li gorî îstatîstîkên Weltê û saziyên medyayê yên din di çar salên dawî de li Almanyayê êrişên li dijî rojnamegeran sê qat zêde bûne.
(HA/AY)