TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 424
Li Wêranşara Rûhayê êrîşeka bi bombeyan hat kirin
Li gor daxuyaniya Walîtîya Rûhayê zarokek miriye û 15 welatî birîndar bûne.
17 Sibat 2017
Parlementerê HDPê Ferhat Encu hat binçavkirin
Parlementerê Şirnexê yê HDPê Ferhat Encu ku piştî girtina 3 mehan serbest hat berdan, îro li Şirnexê hat binçavkirin.
17 Sibat 2017
Kovara Girgirê hat girtin
Şirketa xweyîya Kovara Girgirê ji ber karîkatûrekê Mûsa Pêxemberî weşana kovarê sekinand. Hemî xebatkarên kovarê ji karî hatin avêtin.
17 Sibat 2017
Nilay Vardar
Li bajarê kurdan rêjeya ‘na’yê zêdetir e
Lêkolîna SAMERê nîşan da ku li bajarên kurdan ji bo referanduma makeqanûnê de rêjeya dengên ‘na’ zêdetir e.
17 Sibat 2017
Meral Daniş Beştaş: Hingî ez hatime girtin di hucreyê de tecrîtkirî me
Parlementera HDPê Meral Daniş Betaş ku girtiye, pêşnûmeyek şande ji Serokatiya Meclisê re ku were bersivandin. Daniş-Beştaş diyar kir ku tecrîtkirin îşkence û sûcê mirovahiyê ye û got: “Helwesta we ya derbarê îşkenceya li parlementeran tê kirin çiye?”
17 Sibat 2017
Derbarê Îdrîs Baluken de biryara girtinê hat dayîn
Parlementerê HDPê Îdrîs Baluken ku demek nêz de hatibû tehliyekirin, derbarê wî de careke din biryara girtinê hat dayîn.
17 Sibat 2017
Îro Roja Pisîkan a Cîhanî ye
Li gelek Welatan 17ê Sibatê wek Roja Cîhanî ya Pisîkan tê pîrozkirin.
17 Sibat 2017
Barkin Tîmtîka parêzer a ku hatibû girtin hat serbestberdan
Parêzera birêvebira Komeleya Hiqûqnasên Hevdem, Barkin Tîmtîk li cemgehekê hatibû desteserkirin û paşê hatibû girtin. Tîmtîka ku girtî bû hat serbestberdan.
17 Sibat 2017
Li Moskowê Konferansa Neteweya Kurd hat lidarxistin
Li Moskowê Konferansa Neteweya Kurd hat lidarxistin. Parlementerên HDPê, rêvebirên PYDê, parlementerên ji Herêma Kurdistanê û ji Rûsyayê jî gelek akademîsyen, siyasetmedar û nûnerên saziyan beşdarê konferansê bûn.
16 Sibat 2017
Serokerkanê Leşkerî yê Amerîkayê dê bê Enqereyê
Piştî hatina serokê CIAyê, Serokerkanê Leşkerî yê Amerîkayê jî dê bê Enqereyê. Serokerkanê Leşkerî yê Amerîkayê dê îro bi Serokerkanê Leşkerî yê Rûsyayê re bicive. Wezîrên parastinê yên Amerîka û Tirkiyeyê îro li Brûkselê civîyan.
16 Sibat 2017
Hevdîtinên ji bo agirbesta li Sûriyeyê dê îro li Astanayê dest pê bikin
Li Astanaya paytexta Qezekistanê dê îro rûniştina didoyê ya Agirbesta li Sûriyeyê bê pêk anîn.
16 Sibat 2017
Daneyên li ser akademîsyenên ji karî hatîn avêtin
Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, 312 Akademîsyenên Aştîxwaz ji karî hatine avêtin.
16 Sibat 2017
Ji 122 akademîsyenên Zanîngeha Amsterdamê hevgiriya xwe ya ji bo akademîsyenên aştîxwaz
122 akademîsyenên Zanîngeha Amsterdamê bi danezanek ve hevgiriya xwe ya ji bo akademîsyenên aştîxwaz diyar kirin.
16 Sibat 2017
Dadgehê biryara serbestberdana Ferhat Encûyî da
Dadgehê biyar da ku Ferhat Encûyê parlamenterê HDPyê serbest bê berdan.
15 Sibat 2017
Hevjîn û zarokên wan kesên di statûya şehîdan de, kîjan zanîngehê bixwazin dikarin lê bixwînin
Serokê Lijneya Xwendina Bilind(YOK) eşkere kir ku hevjîn û zarokên wan kesên di statûya şehîdan de yên li zanîngehan dixwînin li kîjan zanîngehê bixwazin bixwînin dikarin lê bixwînin.
15 Sibat 2017
Ew kesên piştgiriyê didin Ahmet Şikî li ber dadgehê kom bûn
Ew kesên ji bo doza Oda Tvyê hatîn dadgeha Stenbolê ji bianetê re axivîn.
15 Sibat 2017
Damla Sandal
Selahattîn Demîrtaşî daxwaza tehlîyekirina xwe kir
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaşî ji Girtîgeha Edirneyê ji bo Dadgeha Cezayên Giran a Amedê nameyek şand û daxwaza tehlîyekirina xwe kir.
15 Sibat 2017
Li Beykozê kûçikê ku ketibû di bîrê de hat xelaskirin
Li navçeya Beykozê ya Stenbolê cewrikekê kûçikan yê ketibû di bîrê de piştî yazdeh rojan hat xelaskirin.
15 Sibat 2017
Deh bajarên Ewropayê yên hewaya wan herî pîs: Colemêrg û Êlih li serê lîsteyê ne
Guardianê li gor daneyên Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanî analîzek amade kiriye. Li gor analîzê li Ewropayê 2. bajarê hewaya wê herî pîs Êlih(Batman) e, bajarê sêyem Colemêrg e.
15 Sibat 2017
Banga ji bo Hevgiriyê!
Sînemagerên ji Tirkiyeyê yên beşdarîya Mîhrîcana Fîlman a Berlînê ya 67an bûyîn daxuyaniyeka ji bo hevgiriyê da.
14 Sibat 2017
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, hatin dadkirin
Rojnamegerên ji bo rojnameya Ozgûr Gûndemê nobedariya weşanê kiribûn hatin dadkirin.
14 Sibat 2017
Mêran di Kanûna Paşiyê de 29 jin kuştine
Mêran di Kanûna Paşiyê de 29 jin kuştine. Du jinên hatîn kuştin ji Sûriyeyê bûne. Êrîş li çar jinên trans hatiye kirin. Destdirêjî li 27 keçên zarok hatiye kirin.
14 Sibat 2017
Çiçek Tahaoğlu
Dozgerî ji ber Doza Ozgûr Gûndemê ji Nadîre Materê re ceza xwest
Doza ji bo rojnameya hatî girtin a Ozgûr Gûndemê didome. Dozgerî ji bo Nadîre Matera ku bûbû berpirsa weşanê ya nobedar ceza xwest.
14 Sibat 2017
Elif Akgül
Lijneya Bilind a Hilbijartinan bernameya referandûmê eşkere kir
Ji 27ê Adarê heta 9ê Nîsanê welatiyên li derveyî welatî dê li derîyên li ser sînorî û nûneriyên Tirkiyeyê dengê xwe bidin. Di 16ê Nîsanê de deng dê bêne dayin.
14 Sibat 2017
Li El Babê leşkerek dî jî mir
Di şerê di navbera Hêzên Çekdar ên Tirk(TSK) û DAIŞê de yê li EL Babê leşkerek miriye û çar leşker birîndar bûne.
13 Sibat 2017
22 Nobedarên Ozgûr Gûndemê dê sibeyê bêne dadkirin
Xebatkar, hevkar û ew kesên nobedarî ji bo Ozgûr Gûndemê kirîn dê sibeyê bêne dadkirin.
13 Sibat 2017
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Zelendaya nû 300 balîna mirine
Li Zelendaya Nû di rojên Pêncşem û Înê de nêzîkî 700 balînayan li rexa behrê dabûn, 300 ji wan mirin nêzîkî 400 balîna bi hevkariya xelkê herêmê li behrê hatine vegerandin.
13 Sibat 2017
Polîsan li Stenbolê operasyon kirin û 70 kes desteser kirin
Polîsan endamên HDKyê jî desteserkirine.
13 Sibat 2017
Akademîya Fîlman a Ingilîzîstanê xelata fîlma herî baş da “La La Landê”
“La La Landê” ji Akademîya Fîlman a Ingilîzîstanê(BAFTA) pênc xelat standin. Xelatên La La Landê standîn ev in: Xelata filma herî baş, fîlma derhênerê herî baş, lîstikvana jin a herî baş, mûzîka herî baş û dîmenê herî baş.
13 Sibat 2017
Steinmeier bû serokkomarê Almanyayê
Wezîrê karên derve yê berê yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeierî, di Lijneya Hilbijartinên Federal de piraniya dengan standin bû serokkomarê 12. ê Almanyayê.
13 Sibat 2017
Ji 330 akademîsyenên ji karî hatîn avêtin, 184 Akademîsyenên Aştîxwaz bûn
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de, 330 akademîsyen ji karî hatin avêtin, 184 ji wan Danezana Aştiyê îmze kiriye.
10 Sibat 2017
Kremlîn: Koordînatên wê operasyona sê leşker mirîn Tirkiyeyê dabû me
Balafirên Rûsyayê li avahiyekê da ku leşkerên Tirkiyeyê tê de bûn û sê leşker mirin. Berdevkê Kremlînê, Peskovî eşkere kir ku ew koordînatên ji bo balafirên şerî yên Rûsyayê hatîn dayin Tirkiyeyê daye wan divîya leşkerên Tirkiyeyê ne li wê derê bûna.
10 Sibat 2017
1
...
422
423
424
425
426
...
433
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver