Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di dûra duyem a hilbijartina Fransayê de, serokê En Macheyê(Meş) Emannuel Macronî ji sedî 65ê dengan standin û bû serokkomarê Fransayê. Le Pena reqîba wî ji sedî 35ê dengan standin.
Li Fransayê partiyên ku di tûra duyem de dibin reqîbên hev divê di tûra yekem de ji sedî 50yê dengan standibin. Xelkê Fransayê dibêjin ew di tûra yekem de “bi dilê xwe” û di tûra dûyem de “bi mejiyê xwe” biryara dayina dengê xwe didin.
Serokkomarê nû dê ji pêşiya 14ê Gulanê biçe şûna serokkomarê berê, François Hollandeyî.
Macronê lîberal
*Macron ji bo ekonomiyê piştgirê lîberaliyê ye.
*Ew piştevanê Yekîtîya Ewropayê ye.
*Ew ê polîtîkayên Françoise Hollandeyî bidomîne.
Macron kî ye?
Emmanuel Jean-Michel Frederic Macron di 21ê Kanûna Pêşiyê ya 1977ê de li Amiensa Fransayê hatiye dinê. Dê û bavê wî bijîşk in. Birayek û xuşkeka wî heye. Birayê wî du salan jê mezintir e û xuşka wî 5 salan jê biçûktir e.
Di zarokatiya xwe de wî li pîyanoyê dida. Wek “Mozartê Fransayê” jî nav lê hatiye kirin. Wî li IEPê felsefe û sîyaset xwend.
Dema Macron 15 salî bû wî hej dersdêra xwe ya şanoyê, Brigitte Trogneuxê kiriye û di sala 2007ê de pê re zewicî ye.
Ew bû sekreterê serokkomarî û wezîrê ekonomiyê. Makronî ji bo hilbijartinên serokkomariyê dest ji wezîrîyê berda û Tevgera Meşê ava kir. Di hilbijartinên serokkomariyê de wek serokkomarê Fransayê hat hilbijartin.(NV/MB)
Wêne: AA