Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Derhênerê Weşanê yê malpera rojnameya Cûmhuriyetê Ogûz Guven vê sibê hat desteserkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, Guven ji bo standina îfadeya wî birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê.
Hinceta desteserkirina Guven nayê zanîn.
Li gorî îdiaya Ajansa Anadolûyê, Guven ji ber nûçeya derbarê Serdozgerê Komarî ya Denizliyê Mûstafa Alper de hatiye desteserkirin ku Mûstafa Alper di encama qezaya trafîkê de miribû. (AS/FD)