Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
10 rêvebir û nivîskarên Cumhuriyetê ku 66 roj in girtî ne dîsa nehatin tehliyekirin.
12. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê ku girtina Akin Atalay, Bulent Utku, Murat Sabuncu, Kadri Gursel, Guray Oz, Hakan Kara, Turhan Günay, Musa Kart, Onder Çelik ve Mustafa Kemal Gungor mehek carek dinirxîne, dîsa biryara tehliyekirinê neda.
66 roj in delîl nehatiye bidestxistin
Di biryara dadweriyê de hat gotin ku hat îdiakirin ku îhtîmala sûckirinê heye lê derbarê mijarê de delîl nehatiye komkirin.
Her wiha di wê biryara dadweriyê de hat gotin ku eger girîngiya wê sûcê li ber çavan were girtin, dê tedbîrên kontrola edlî têrê neke.
(EA/YO)