Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameya Cumhurîyetê di rûpelê yekem de daxuyanîyek bi navê ‘’ji Cumhuriyetê ji bo raya giştî...’’ belav kiriye û eşkere kiriye ku dozgerê operasyona li ser Cumhuriyetê pêk anî, Murat Înam bersûcê doza ‘’Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir (FETO)’’ e.
Li gor nûçeya Cumhurîyetê, dozgerê sûcên çapemeniyê yê Serdozgerîya Stenbolê, Murat Înam yek ji 54 bersûcên lêpirsîna Selam Tevhîdê ye û tê dadkirin.
Di 18ê Adara 2016ê de, cihgirê serdozgerê komarî, Omer Faruk Aydinerî li Dadgeha Bakirkoyê bi îdiaya ku 54 dozger û dadger endamên Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir (FETO) in lêpirsînek vekiriye û di îdianameyê de navê Înamî jî heye.
Di îdianameyê de Înam û bersûcên dî bi sûcên ‘’hewildana ji bo derbekirinê, sîxurîya sîyasî û leşkerî, eşkerekirina agahiyên nehênî, tinekirina delîlên sûcan, qeytkirina daneyên ne bi rêyên hiqûqî bi dest ketine, binpêkirina mafê taybetiya jiyanê, sextekariya di belgeyên fermî de’’ têne sûcdarkirin.
Pirtirîna bersûcên wê îdianameyê hatine girtin.
Hemiya daxuyanîya Cumhurîyetê di nûçeya Tirkî de heye.
(EKN/MB)