Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Ewropayê(Eurostat) li ser rewşa zarokên penaber raporek amade kir. Hejmara zarokên ji herêmên krîzlêheyî bi serê xwe reviyayîn di sala 2016ê de bûye 63 hezar û 300.
Di sala 2015ê de zarokên bi serê xwe(bêyî ku kesek mezin pê re be) hatîn Ewropayê, 96 hezar bû. Di sala 2016ê de digel ku hejmar kêm bûye hê jî hejmara zarokên bi serê xwe çûyîn Ewropayê zêde ye.
Piraniya zarokan 16-17 salî ne
Ji sedî 89ê zarokên bi serê xwe çûne Ewropayê kur in. Ji sedî 68ê wan di 16-17 salîyê de ne. Bi giştî ji sedî 21ê zarokên biserêxwe 14-15 salî ne.
Herî zêde çûne Almanyayê
Li gor raporê di sala 2016ê de 36 hezar û 600 zarok li Almanyayê bûne penaber. Ev hejmar hejmara zarokên navê wan hatî qeydkirin e.
Li Îtalyayê 6 hezar zarokên penaber ên navê wan qeydkirî hene, ev hejmar li Awistûralyayê 3 hezar û 900 e.
(YY/MB)
Çavkanî: Eurostat, Deutsche Welle Türkiye, UNICEF