Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenteê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) yê Stenbolê, Onursal Adigûzelî bi daxwaznameyekê ji parlamentoyê xwest ku lêkolîn li ser zarokên bi wesayitên zirxkirî hatîn kuştin bê kirin.
Adigûzelî eşkere kir ku di medyayê de nûçeyên kuştina zarokan hatine nivîsîn û divê lêkolîn li ser bê kirin.
Adigûzelî eşkere kir ku di 7ê Hezîrana 2016ê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Bûnyamîn Bayramê 6 salî, di 24ê Tîrmeha 2016ê de li Wanê Taha Kiliçê 4 salî, di 24ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de, li Cizîrê Hakan Sarakê 5 salî, di 9ê Sibata 2017ê de li Kerborana Mêrdînê Berfîn Dîleka 7 salî, di 24ê Nîsana 2017ê de li Bismîla Amedê Hûseyîn Barûtê 8 salî bi wesayitên zirxkirî hatibûn kuştin.
BIXWÎNE: Polîsê ku li Silopiyê bû sedema mirina du zarokan hat girtin
Di 4ê Gulanê de li Silopyaya Şirnexê wesayita zirxkirî ya polîsan dîwarê xaniyekê xera kir. Fûrkan Yildirimê 6 salî û Mûhammed Yildirimê 7 salî di bin dîwarî de man û mirin. (YY/MB)