Li Mûşê li 21 herêman qedexeya derketina derve hat ragihandin
Walîtiya Mûşê aşkere kir ku îro piştî saet 03.30ê ji bo 21 tax, gund û zozanan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Hin herêm ji çûnûhatina wesayitan re jî hat girtin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Mûşê diyar kir ku li 21 tax, gund û zozanan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Qedexe bi hinceta operasyonên leşkerî û îro saet 03.30ê de destpê kir.
Li gel gundên Alaniçi, Kayalısu, Yamaç û taxên Yılmaz, Örtülü, Büyükler, Dalakulig, Licik, Breş, Malaali, Geliyahacike, Yıldızlı, Buğdaylıyê yên bi ser navenda Mûşê ve girêdayi, li zozanên Bilhiddin, Reylim, Pekut, Kazmadağ, Nasırkan, Keranahisk û Girkê Kopezerê qedexe hatiye ragihandin. (YY/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.