TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 257
Qedexeya derketina derve qediya
Biryara qedexeya derketina derve ya ku di çarçoveya rênimayên Covid-19ê de hatibûn standin, piştî 3 rojan li 30 bajarên mezin û Zonguldakê bidawî hat.
4 Gulan 2020
3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî: Xetere li ser çapemeniya rexnegir heye
Di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat-Adarê de herî hindik 33 rojnameger û nûnerên medyayê hatine desteserkirin. Di dema şewba koronavirusê de 12 nûçegihan bi tohmeta ku “xof û tirsê di nava gel de belav dikin” hatine desteserkirin.
2 Gulan 2020
Erol Önderoğlu,Sinem Aydınlı,İdil Aydınoğlu
Girtî wê heta 15 Gulanê nikaribin bi malbatên xwe re hevdîtinan bikin
Wezareta Dadê biryar daye ku hemû hevdîtinên li girtîgehan ên girtiyan û yên bi malbatên wan re, şandina girtiyan ji girtîgehekê ber bi girtîgeheke din heta 15ê Gulanê hatine sekinandin.
1 Gulan 2020
Êndamên DÎSKê xwestine biçin Taksîmê, polîsan midaxele kiriye
Polîsan di saetên sibehê de avahiya Navenda Giştî ya DÎSKê û Arzû Çerkezoglû jî tê de 25 rêveber û endamên sendîkayê yên xwestine biçin Taksîmê desteser kirine.
1 Gulan 2020
Qedexeya derketina derve ya li 31 bajaran destpê kir
Ji ber belavbûna vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê, li 30 bajarên mezin û li Zonguldakê derketina derve hatibû qedexekirin. Biryara derketinê saet di 24.00ê şevê de des pê kir.
1 Gulan 2020
Hejmara miriyan li Tirkiyeyê gihîştiye 3 hezar û 174 kesan
Duh li Tirkiyeyê 93 kesên din ji ber koronavirus ango Covid-19ê mirine. Bi vê hejmarê re hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 174 kesan.
1 Gulan 2020
Polîsan bi bariyeran Qada Taksîmê dorpêç kirine
Weke her sal îsal jî polîsan Qada Taksîmê û derdora wê bi bariyeran dorpêç kirine. 1ê Gulanê li Stenbolê derketine darve hatibû sînorkirin.
30 Nîsan 2020
BTI: Êdî Tirkiye weke welatekî demokrasi nayê binavkirin
Weqfa Bertelsmann a Almanî (BTI), rêzbenda nû ya welatên demokratîk ji bo sala 2020ê belav kir û li gor rêzbendê êdî Tirkiye wek welatekî demokrasî nayê binavkirin.
30 Nîsan 2020
Îsal merasîma 'Komsay' li Hewreman wê neyê sazkirin
Ji ber belavbûna vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê îsal merasîma Komsayê li Hewramanê wê îsal neye sazkirin.
30 Nîsan 2020
Doktorê homofobîk û transfobîk li Almanyayê ji kar hatiye avêtin
Ji ber tweeta wî ya homofobîk û transfobîk doktor Metin Çakir li Almanyayê ji kar hatiye avêtin. Çakir li Karlsrhueyê li klînekê kar dikir.
30 Nîsan 2020
Li tevahiya cîhanê hejmara nexweşên Covîd-19ê ji 3 milyon û 200 hezarî derbas bûne
Li seranserê cîhanê hejmara nexweşên vîrusa Covîd-19ê ji 3 milyon û 200 hezarî derbas bûne.
30 Nîsan 2020
Wezîrê Perwerdeyê: Ger rewş aram be em ê dibistanan di 1ê Hezîranê de vekin
Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî gotiye: “Heke ji me re bêjin bila roja duşemê dibistan dest bi perwerdeyê bikin, em ê bikaribin dest pê bikin. Em bi her awayî amade ne.”
30 Nîsan 2020
Li Tirkiyeyê heta niha 117 hezar û 589 kes bi Covîd-19ê ketine
Li Tirkiyeyê duh 89 kes mirine û nexweşî li 2 hezar û 936 kesên din peyda bûye.
30 Nîsan 2020
Li gor senaryoya IRCyê dibe ku ji ber vîrusê milyonek kes bimirin
Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî (IRC) ku bi hewldana zanyar Einstein hatiye avakirin, der barê senaryoyên vîrusa koronayê de pêşbîniyên xwe aşkere kirine. Li gor senaryoya IRCyê dibe ku rewşên mirinê zêde bibin.
29 Nîsan 2020
Shinzo Abe: Dibe ku Olimpîyatên Tokyoyê di 2021ê de jî çênebin
Shinzo Abe, Serokwezîrê Japonyayê, dîyar kiriye ku ger şewba vîrusa korona neyê kontrol kirin, dibe Olîmpîyatên Tokyoyê di sala 2021ê de jî çênebin.
29 Nîsan 2020
Hûrgiliyên qedexeya derketina derve ya 3 rojan diyar bûne
Wezareta Navxweyî hûrgiliyên qedexeya derketina derve aşkere kiriye. Qedexe wê 30ê Nîsanê saet di 00.00ê de dest pê bike û 3yê Gulanê heta saet 00.00ê berdewam bike.
29 Nîsan 2020
COVID-19: Rewşa dawî li cîhanê
Îspanyayê planeke ji 8 qonaxan pêk tê aşkere kiriye ku wê bi vê planê re gav bi gav biryarên bergiriyê werin sistkirin. Li Fransayê zarok dema biçin dibistanan wê neçar bin ku maskeyan bidin ber devên xwe.
29 Nîsan 2020
Li Konyayê 55 girtî bi Covid-19ê ketine
Di Girtîgeha Cureya Eyê ya Konyayê de 55 girtî bi vîrusa Covîd-19ê ketine û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
29 Nîsan 2020
Li Tirkiyeyê heta niha 2 hezar û 992 kes bi Covîd-19ê mirine
Li Tirkiyeyê duh 92 kes mirine û nexweşî li 2 hezar û 392 kesên din peyda bûye.
29 Nîsan 2020
Cara Yekem e ku DAIŞiyek bi sûcê qirkirinê tê darizandin
Serdozgerîya Fedaral ya Almanyayê, Taha El-Cyê iraqî, bi îdîaya endamtiya rêxistineke terorî ya biyanî, sûcê li dijî mirovahiyê û qirkirinê dadgeh dike. DAIŞî 27 salî ye û ji ber sûcê qirkirina êzidîyan tê dadgehkirin.
28 Nîsan 2020
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Wezîrê Dadê: Li çar girtîgehan koronavirus li 120 girtiyan peyda bûye
Abdulhamit Gul, Wezîrê Dadê gotiye ku “Li 4 girtîgehan nexweşiya Covid-19ê li 120 girtiyan peyda bûye. Hemû jî li nexweşxaneyan tên dermankirin û ew baş in.”
28 Nîsan 2020
Donald Trump: "Em derbarê Çînê da lêpirsînên girîng dikin"
Donald Trump, Serokê DYAyê diyar kiriye ku li Çînê vîrusa Covîd-19ê derketibû holê lê dikarîbûn pêşî li vîrusê bigirtana û wiha gotiye: "Em derbarê Çînê da lêpirsînên girîng dikin."
28 Nîsan 2020
Polîsê ku li Edeneyê kesek kuştiye hatiye girtin
Di daxuyaniya Walîtiya Edeneyê de hatiye gotin, ku ew kesa "di encama qezayê de" hatiye kuştin û polîsê teqe lê kiriye bi tohmeta ku "bi zanebûn kuştin kiriye" hatiye girtin. Kesê hatiye kuştin Alî El Hemdanê Suriyeyî ye.
28 Nîsan 2020
Ji ber daxuyaniya derbarê Serokê Diyanetê de, lêpirsînname ji bo Baroya Amedê hatiye amadekirin
Ji ber ku daxuyaniyek derbarê Alî Erbaş, Serokê Saziya Karûbarên Olî de dabûn lêpirsînname ji bo Baroya Amedê hatiye amadekirin.
28 Nîsan 2020
COVID-19: Rewşa dawî ya li cîhanê
Hin welatan destpê kirine ku bergiriyên ji bo koronavirusê sist bikin, hin welat jî biryarên nû ji bo bergiriyan distînin.
28 Nîsan 2020
Ocalan bi malbata xwe re axiviye
Parêzerên Abdullah Ocalan, Rêberê PKK ragihandine ku ew bi rêya telefonê li gel malbata xwe axiviye.
28 Nîsan 2020
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Tirkiyeyê heta niha 112 hezar û 261 kes bi Covîd-19ê ketine
Li Tirkiyeyê duh 95 kes mirine û nexweşî li 2 hezar û 131 kesên din peyda bûye.
28 Nîsan 2020
402 bikarhênerên medya civakî ji ber Covîd-19ê hatine desteserkirin
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî di 42 rojên dawîn da 855 gumanbar hatine tespîtkirin ku wan li ser medyaya civakî derbarê vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) de peyamên derew û provokatîf parve kirine. Ji wan 402 kes hatine desteserkirin.
27 Nîsan 2020
COVID-19: Li tevahiya cîhanê hejmara nexweşan nêzîkî 3 mîlyonî bûye
Li tevahiya cîhanê hejmara nexweşên vîrusa Covîd-19ê nêzîkî 3 mîlyon kesî bûne. Hin welatan destpêkiriye ku tedbîrên rûbirûbûna koronayê siviktir bikin.
27 Nîsan 2020
Kargeha Medyaya Kurdî qediya
Kargeha Medyaya Kurdî ya Atolye BIAyê bi dersa rojnameger Mahmut Bozarslan, Safiye Alagaş û Mehmet Ali Ertaşî bidawî hat.
27 Nîsan 2020
Boris Johnson, Serokwezîrê Ingilistanê piştî 22 rojan vegeriyaye ser karê xwe
Rojnameya Telegraphê gotiye ku Serokwezîr Boris Johnson dibe tedbîrên li hemberî Covîd-19yê, beriya 7ê Gulanê sist bike. Johnsonî dest bi karê xwe kiriye.
27 Nîsan 2020
Li Tirkiyeyê hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 805an
Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 357 kes bi nexweşiyê ketine û 99 kes jî bi nexweşiyê mirine. 3 hezar 558 kes piştî dermankirinê baş bûne. Her weha heta niha hejmara kesên bi dermankirinê başbûne gihaştiye 29 hezar û 140 kesan.
27 Nîsan 2020
1
...
255
256
257
258
259
...
266
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver