Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî qeyûm ji bo Şaredariya Giyadînê navçeya Agiriyê tayîn kiriye.
Walîtiya Agiriyê daxuyanî daye û aşkere kiriye, li şaredariya Giyadînê Hasan Dogan, Qaymaqamê Gîyadînê weke qeyûm hatiye wezîfedar kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di daxuyaniya walîtîyê de weha hatiye gotin:
“Betul Yaşar, Şaredara Giyadînê di encama lêpirsîna wê ya bi hejmara 2019/2291 a ku li Sedozgeriya Komarî a Agiriyê yê hatiye desteserkirin. li gor madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya ku hejmara wê 5393 e û madeya 127emîn a Qanûna Bingehîn bi pesendkirina Wezareta Karên Navxweyî li şûna wê Hasan Dogan, Qaymaqamê Gîyadînê wek Wekîlê Serokê Şaredariya Giyadînê hat wezîfedarkirin.
Çi bûbû?
Polîsan duh (13ê Tîrmehê) li Agiriyê bi ser mala Betul Yaşar, Hevşaredara Giyadînê de girtibû û ew desteser kiribû.
Polîsên ku şaredarî dorpêç kiribûn, nêzikî 5 saetan di avahiyê de lêgerin kiribûn.
Qeyûm ji bo 47 şaredariyan hatiye tayînkirin
Piştî hilbijartina 31ê Adara 2019an polîsan avêtibûn ser malên hevşaredarên HDPyê û ew desteser kiribûn. Paşê jî qeyûm tayîn kiribûn li ser wan şaredariyan.
HDPyê di wê hilbijartinê de sê jê bajarên mezin, pênc bajar, 45 navçe û 12 jê bajarok, li ser hev 65 şaredarî bi dest xistibû.
Heta niha qeyûm ji bo 47 şaredariyan hatiye tayînkirin. Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi sedema ku beriya hilbijartinê bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) ji wezîfeyê hatine dûrxistin, mazbata nedabû 6 şaredarên HDPyê. (TH/AY/FD)