Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevgirtina LGBTI+ ya Aydinê li dijî gotina nefretê û wek hedef nîşandanê daxuyaniyeke çapemeniyê daye.
Duh mafparêzên LGBTI+ li Qada Bajar a Aydinê kom bûne û gotine "Aşîna bibin, em li vir in, em naçin."
Li gorî nûçeya Kaos GLyê pankartên "Di bin keskesorê de ji her kesî re cihek heye. #LGBTİhaklarıinsanhaklarıdır" (Mafên LGBTIyan mafên mirovan e), "Ji cudakarî û marjînalîzekirinê re bibêje na", "Ka dev ji me berdin ku em hinekî li hev şa bibin", "Mafên LGBTI+yan mafên mirovan in", "Divê ji hevzayendan re ewlehiya qanûnî hebe", "Jiyaneke wekhev, welatîbûna wekhev" û al û sembolên hevzayendan hatine berzkirin.
"Aşîna bibin em li vir in"
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin: “Em dipirsin, dê kî ewlehiya me ya canî û mafê me yê jiyanî biparêze? Bes ji ber ku em hevzayend in û transseksul in, qesta canê me dikin, me dikujin, em li edaletê digerin lê peyda nakin.”
“Di her firsendekê de paşverûtiya birêxistinkirî dixwaze em di malan de bên zindanîkirin, dengê me bê qutkirin û em bên veşartin û êdî ji ber vê yekê li malên me jî ewlehiya me tune ye. Di vê pergala mêtinger de, ne tenê jiyaneke mirovane, heta jiyan bi xwe jî ji serê me zêde tê dîtin.”
“Em naxwazin li welatekî wiha bijîn. Em naxwazin û naçin tu derê jî! Ev welat yê me ye. Em ê bên gel hev û vî welatî bi hev re biguherînin! Em li vî welatî jiyaneke aştiyane, wekhev û azad dixwazin! Her wekî em bi domdarî dibêjin.” (EMK/AY/FD)