Fotograf: Rusvesna
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Îdliba Sûrîyeyê li dijî dewrîyeya hevpar ya 20em a Tirkiye û Rûsyayê êrîşa bombeyi pêk hatiye.
Li gor daxuyanîya Navenda Lihevînana Alîyan ya li Sûrîyeyê, li ser rêya ku konvoy derbas bûye, teqemenîya ku bi destan hatîye çekirin teqîya ye. Êrîş sibehê zû di saet 8.50an de li ser rêya M4ê çêbûye.
Li gor nûçeya Sputnikê, Navenda Lihevînana Alîyan wiha ragihandîye: “Sê leşkerên Rûs bi sivikî brîndar bûn in. Di nav personelên tirimpêla bizirx ya tirkan de jî birîndar hene. Hemû birîndar yekser ji cihê teqînê hatine bidûrxistin. Leşkerên Rûs veguhestin Baregeha Leşkerî ya Hmeymîmê û li wê derê hatine dermankirin. Xetereya mirinê tune ye.”
Li gor daxuyanîyê dewriye hatiye rawestandin û teçhîzatên li herêmê têne valakirin. Di encama teqînê de, tirimpêla bizirx ya veguhestina personalan ya polîsên leşkeri yên Rûsyayê û tirimpêleka bizirx ya Tirkîyeyê zirar dîtîye. Ji bo dîtina êrîşkaran lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Reutersê jî, di nûçeya xwe da ku spartîye ajansa nûçeyan ya Rûsyayê, ragihandiye ku Wezareta Berevanîya Rûsyayê êrîş teyîd kirîye.
Wezareta Berevanîya Neteweyî di derheqê êrîşê de agahîyek nedaye.
Dewrîyeya hevpar di 15ê Adarê de dest pê kiribû
Tirkiye û Rûsyayê, piştî peymana agirbestê ya Îdlibê dest bi dewrîyeyan kiribû. Dewrîyeya yekem di 15ê Adarê de li ser rêya M4ê pêk hatibû. (HA/AY/FD)