Fotograf: AA (Arşîv)
Li gor hejmarên li ser malpera Worldmetersê hatine belavkirin li seranserê cîhanê hejmara kesên bi koronavirusê ango Covid-19ê ketine gihîştiye 13 mîlyon 242 hezar û 682 kesan. Heta niha 575 hezar kes mirine.
Li gor nûçeya pişka kurdî ya Dengê Amerîkayê Tedros Adhanom Ghebreyesu, Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ji navenda WHOyê ya li Cenêvê li ser înternetê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Ghebreyesûyî gotiye ji bo pêşerojeke nêzik vegera "normal ya kevn" tuneye, bi taybet jî ger pîvanên tedbîran werin binpêkirin:
"Ka ez eşkere bejim, gelek welat di rêkekê şaş de dimeşin, vîrus hîn jî dijminê yekê ya gel e. Heke rêgezên bingehîn neyê şopandin, bi şêwaza ku ev pandemîya belav dibe tenê, her ku biçe ew ê xirabtir û xirabtir bibe. Lê ne pêdivî ye ku bi vî rengî be."
Herî zûtir li Amerîkaya Latîn belav dibe
Raporta Reutersê ya di derbarê rewşa tevahîya cîhanî ku ji ragihandinên fermî yên hikûmetan tê berhev kirin, nîşan dide ku nexweşî herî zûtir li Amerîkaya Latîn belav dibe.
Hejmarên ji nîvê cîhanê zêdetir yên nexweşan û hejmerên nîvê mirinên bi sedema vîrusê li welatên Amerîkî hatine hesibandin.
Dema ku li hinek welatên cîhanê rêjaya bûyerên Covid-19ê kêm dibe û tedbîr têne sistkirin, bi taybetî Amerîka bi zêdetirî 3,3 mîlyon bûyerên piştrastkirî, hê jî di pêla yekê ya pêketîyan de zêdebûnek mezin dibîne.
Li DYAyê rekor hatibû ragihandin
DYA di 10ê Tîrmehê de bi 69,070 bûyerên nû, rekorek gerdunî ya rojane ragihandibû.
Li Brezîlyayê, tevî Serok Jair Bolsonaro 1.86 mîlyon mirov bi vîrusê ketine û pirtirî 72,000 mirov jî bi sedama heman vîrusê jiyanên xwe hinda kirine.
Eyaleta Amerîka Florida roja Yekşemê bo 24 demjimêran zêdetirî 15,000 bûyerên nû ragihandibû ku ev yek ji hejmera tevahîya li Koreya Başûr ji destpêka nexweşîyê vir ve hatiye tomar kirin, pirtir e. Her wiha duh (13ê Tîrmehê) 12,624 bûyerên nû hatine ragihandin.
Li gorî berhevdana Reutersê ya ji pêzanîn du hefte yên paş û du hefte yên paştirîn, hejmera nexweşên ji ber vîrusa koronayê li 40 eyaletên DYAyê her diçe zêde dibin.
Vekirina dibistanan tê niqaşkirin
Mike Ryan, Serokê rewşên awarte yê WHOyê bang li welatan kiriye da ku mijara vekirina dibistanan nekin lîstikekê futbolê ya din ya sîyasî û gotiye ku gava belavbûna vîrusê bi were rawestandin, ew dikarin bi ewlehî dibistanan jinûve vekin.
Tevî dadgehekê biryara qedexaya derketina derve ya mecbûrî betal kir, serokê herêma Katalonyayê ya Îspanyayê, ji ber liv ir rêjeya bûyeran bilind dibe ji rûniştvanên herema bi nifûsa 160,000 daxwaz kiriye ku li mal bimînin.
Îspanya ku yek ji wan welatên Ewropî ye û jiber vîrusa koronayê herî xirabtir bandor bûye, dema belavbûna pandemîyê xist bin kontrolê, meha paşîn de tedbîr û qedexeyan rakir.
Hîndistan, welatê ku xwedîyê hejmara sêyê ya herî bilind ya bûyerên nû ye, ji destpêka Tîrmehê ve her roj nêzîkî bi 23,000 pêketîyên nû re rû bi rû dimîne.
Li welatên ku şayana testçêkirinê sinordar e, hejmarên nexweşên Covid-19ê beşek piçûktir ya hejmerên nexweşên tevahî nîşan didin. (FD)