Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 947 kesên din peyda bûye. 17 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 419an. Her weha hezar û 13 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 42 hezar û 320 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 4 milyon û 107 hezar û 498 kesan çêkirine. 215 hezar û 940 kes nexweş ketine. 5 hezar û 419 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 206 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 401, ya nexweşên baş bûye 197 hezar û 733e. (EKN/AY/FD)