TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 148
Pervîn Bûldan bi koronavîrusê ketiye
Hevseroka Giştî ya HDPyê wê li mala xwe di karantînayê de be û bê dermankirin.
21 Çile 2022
Ji bo Aysel Tûglûkê bang li Neteweyên Yekbûyî kirine
Ji Tirkiyê û hin welatên din, 43 baroyan, sazîyên hiqûqê û mafên mirovan ji komîsyonên xebatê û rapotorên NY re name şandine. Ji NYyê xwestine ku ew ji bo Aysel Tûglûka nexweşa demansê ye, bikevin nav liv û tevgerê.
21 Çile 2022
BAJAR wê li Stenbolê konserekê bide
Koma muzîka folk-rockê ya kurdî û tirkî BAJAR wê li Stenbolê konserekê bide. Kom wê di dema konserê de stranên xwe yên 4 albûm û 7 single-ên xwe bistirê.
21 Çile 2022
Gardiyanekî ji girtiyekî re gotiye: Hogir te hîn xwe nekuştiye?
Şaxên Îdirê yên OHD û ÎHDyê derbarê binpêkirinên mafân ên li Girtîgeha Tîpa Syê ya Îdirê pêk hatine de, raporek amade kiriye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku odeya bisifinc, lêgerîna şilfî tazî, îşkenceya fîzîkî û devkî, miayenekirina bi kelemçeyan bûne tiştên asayî.
21 Çile 2022
Komîsyonê ji bo ku Guzela HDPyî parastina xwe bike dem diyar kiriye
Ji bo ku parêzbendiya Parlamentara HDPê Semra Guzelê bê rakirin Komîsyona Amadekariyê hatibû avakirin. Komîsyonê ji bo ku Guzel parastina xwe bi nivîskî û devkî bike dem daye wê.
21 Çile 2022
RTUKê ji bo strana Sezen Aksûyê telefonî kanalên televîzyonê kiriye
Cîgirê Serokê RTUKê Îbrahîm Ûslû telefonî kanalan kiriye û ji wan re gotiye, ger ew stranê biweşînin wê bi cezayên giran werin cezakirin. Ûslûyî her weha heman hişyarî “ji bo hemû stranên li dijî nirxên netewî û manewî” kiriye.
21 Çile 2022
Vê hefteyê 8 fîlm wê bikevin vizyonê
Yek ji fîlmên vê hefteyê "Ouistreham" e. Di beşa "Panzdeh Rojên Derhêneran" a Festîvala Fîlman a Cannes-ê de hatibû nîşandan ku Juliette Binoche lîstikvana sereke ye.
21 Çile 2022
SPoDê kampanyayek daye destpêkirin: Tirkiye ji vê re amade ye!
SPoDê gotiye, “Civak ji bilî me ne keseke/î din e. Tirkiye ji bo LGBTI+yan amade ye. Tirkiye ji vê re amade ye” û dest bi kampanyayekê kiriye.
21 Çile 2022
Duh 71 hezar û 843 kes bi Covid-19ê ketine, 166 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 414 hezar û 312 kesan hatine kirin û di encamê de testa 71 hezar û 843 kesan pozîtîf derketiye, 166 kes pê mirine.
21 Çile 2022
Dema serlêdanê ya ji bo dersên bijarte wê heta 7ê Sibatê dewam bike
Wezareta Perwerdeyê ya Netewî aşkere kiriye ku ji ber şert û mercên giran ên zivistanê, wan pêvajoya serlêdanê ya ji bo dersên bijarte heta 7ê Sibatê dirêj kiriye.
20 Çile 2022
Dozek nû li rojnameger Abdûrrahman Gok vekirine
Derbarê rojnameger Abdûrrahman Gokî de îddianameyekî nû hatiye amadekirin. Di îddianameya nû de 5 wêneyên cûda ku Gokî parve kiriye weke hêcet hatine nişandan. Îddianameya nû bi dosyeya ku li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ye re kirine yek.
20 Çile 2022
Demîrtaş: Tecrîdê bidawî bikin, bila Ocalan biaxive
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî bersiva pirsên Rojnameya Yeni Yaşamê daye û ji bo daxuyaniya Erdoganî ya derbarê “Îmraliyê” de wiha gotiye: "Ne helwesteke exlaqî ye ku mirov him tecrîdeke giran bisepîne û him jî weke Serokomarekî li ser navê Ocalanî biaxive."
20 Çile 2022
“Bila sala 2022ê bibe Sala Zerzewanê”
Serokê DÎTAVê Erhan Akalinlar, we vedixwîne Perestgeha Zerzerwanê ya ku ji bo Lîsteya Mayînde ya Mîrateyên Dîrokî û Çandî ya UNESCOyê berendam e.
20 Çile 2022
Biden: Rûsya ji bo helwesta welatên Rojava fam bike wê bikeve Ûkraynayê
Joe Bidenî di yekem salvegera destpêkirina karê xwe de rojeva cîhanê û DYAyê nirxandiye. Li gorî pêşbîniyên Bidenî, Rûsya "Ji bo helwesta Rojava, DYA û NATOyê fam bike” wê bikeve Ûkraynayê.
20 Çile 2022
Duh 72 hezar û 615 kes bi Covid-19ê ketine, 176 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 412 hezar û 031 kesan hatine kirin û di encamê de testa 72 hezar û 615 kesan pozîtîf derketiye, 176 kes pê mirine.
20 Çile 2022
Gaye Boralioglû: Hrant Dînk ji bo vê civakê hêviyek bû
Gaye Boralioglûyê got: “ Li wir mirovek heye, mirovekî baş. Bi qasî zarokekî xam e û bi qasî kalekî jîr e. Hewl dide bi yekî re biaxive, lê li pêy tolê nîne, hesab napirse, şer nake. Dixwaze were fêhmkirin, hêvî dike ku mirov ji hev fêhm bikin.
19 Çile 2022
Hikmet Adal
DIERG: Divê dema serlêdanên dersa bijarte were dirêjkirin
Ji ber şert û mercên nerênî yên hewayî dibe ku heta dawiya vê hefteyê xwendekar neçin dibistanê. DIERGê pêşniyar kiriye ku divê dema serlêdanên dersa bijarte heta 14ê Sibatê were dirêjkirin.
19 Çile 2022
Bernameya bîranîna Hrant Dinkî pêk hat
Di dema bernameyê de ji Hevalên Hrantî Bulent Aydin li ser şaneşînê axivî û wiha got: “Heta kujêrên rastîn bi cezayê heq kirine werin cezakirin, heta hesabê vê kuştina nemerdane were pirsîn, heta em nebêjin qediyaye, ev doz naqede.”
19 Çile 2022
500 hezar dersdêr li bendê ne were tayînkirin, wê tenê 15 hezar tayin bibe
Mahmût Ozer, Wezîrê Perwerdeyê gotiye, “Di 31ê Kanûna Paşiyê de 15 hezar dersdêr wê were wezîfedarkirin. Ji wan sedî 50 wê ji bo Stenbolê be. Hejmara dersdêrên ku li bende ne were tayînkirin jî 500 hezar 41 e.
19 Çile 2022
Ji ber berfê li 52 bajaran dibistan venebûne
Li 52 bajar û navçeyan ji ber barîna berfê îro wê dibistan venebin. Li hin bajaran perwerde bi awayekî online dewam dike.
19 Çile 2022
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Em dikarin yekîtiyeke xurt ava bikin da ku hevîyê mezin bike, baweriyê bide”
Bi banga HDPê EMEP, EHP, Halkevlerî, HDP, SMF, TÎP, TOP û TKPê li Enqereyê civîna xwe ya destpêkê sazkirin e. Civîna destpêkê bi peyama “Em dikarin yekîtiyeke xurt ava bikin da ku hevîyê mezin bike, baweriyê bide” biencam bûye.
19 Çile 2022
Hejmara pêncan a Temaşeyê derketiye
Di vê hejmara nû ya Temaşeyê de, hevpeyvîneke ku bi sînemager Soleen Yûsefê hatiye kirin, hatiye weşandin. Yûsefê li ser jiyana xwe, fîlmê xwe yê “Mala Bêbanî” û li ser projeyên xwe yên siberojê axiviye.
19 Çile 2022
Omîcron belav dibe: Li cîhanê di hefteya dawî di 18 milyon kes bi nexweşiyê ketine
Dîrektorê Giştî yê WHOyê Dr. Ghebreyesusî gotiye, "Divê neyê jibîrkirin ku omicron jî dixe halê mirinê û dibe sedema mirinê. Vê demê gelek kes bi rîskê re rû bi rû ne û vîrus gelekî bilez belav dibe.”
19 Çile 2022
“Ji bo lîstikên şanoyê salonan nadin me”
Lîstîkvanên Şanoya Bajar a Amedê Berfîn Emektar û Ozcanî diyar kirin ku li Amedê temaşevan li hunerê xwedî derdikevin û li hin bajaran salon nedan wan da ku ew lîstikên xwe lê bilîzin.
19 Çile 2022
Gülistan Korban
Duh 69 hezar û 658 kes bi Covid-19ê ketine, 157 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 418 hezar û 253 kesan hatine kirin û di encamê de testa 69 hezar û 658 kesan pozîtîf derketiye, 157 kes pê mirine.
19 Çile 2022
Pervîn Bûldan: Hevpeymana me vîna gel ya li dijî qeyûm e
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPê gotiye, “Cihêkî ku HDP lê sekiniye cihê gotûbêj û diyalogê ye. Cihê aştî û çareseriya demokratîk e.”
18 Çile 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Qawîşa karantînayê dilopan dike, kêzik lê hene”
Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoyê serdana girtîgehên Tarsûs û Bunyana Kayseriyê kiriye û raporek amade kiriye. Di raporê de behsa rewşa xirab a odeyên karantînayê kirine.
18 Çile 2022
Dadgeha Destûrî: Rêjeya serlêdanên şexsî di 8 salan de ji sedî 221 zêde bûye
Di sala 2014an de 20 hezar û 578 serlêdanên şexsî hatibû kirin her weha li beramber vê di sala 2021an de 66 hezar û 121 kesan ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdanên şexsî kirine.
18 Çile 2022
Li Îzmîrê jineke trans kuştine
Gunay Ozyildiz li navçeya Karabaxlarê li ber deriyê mala xwe bi kêran hatiye kuştin. Ji bo sedema kuştina jina trans a 48 salî diyar bibe polîsan dest bi lêkolînê kiriye.
18 Çile 2022
Li Wêjegeh Amedê wê “Kargeha Çîrokan” pêk were
Di encama Kargeha Çîrokan a li Derve de wê beşdar çîrokeke tematîk binivîsin. Kargeh wê 6 hefteyan dewam bike.
18 Çile 2022
Li Qeyseriyê bi pileya 5.1an erd hejiyaye
Li Sarioglan, navçeya Qeyseriyê bi pileya 5.1an erd hejiyaye.
18 Çile 2022
Duh 64 hezar û 935 kes bi Covid-19ê ketine, 162 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 403 hezar û 836 kesan hatine kirin û di encamê de testa 64 hezar û 935 kesan pozîtîf derketiye, 162 kes pê mirine.
18 Çile 2022
1
...
146
147
148
149
150
...
157
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver