Li çendîn bajaran bahoza tozê rabûye
Li Şirnex, Sêrtê, Mêrdîn û Riha jî di nav de li çendîn bajaran bahoza tozê rabûye û bandoreke neyênî li ser jiyana niştecihan kiriye.

Fotograf: AA
Li Şirnex, Sêrtê, Mêrdîn û Riha jî di nav de li çendîn bajaran bahoza tozê rabûye û bandoreke neyênî li ser jiyana niştecihan kiriye.
Li Şirnexê ji duh vir ve bandora bahoza tozê dewam dike. Ji ber bagerê Çiyayê Cudî û yê Gabarê bi çavan nayên dîtin. Li bajêr wesayît û şaneşînên malan di bin tozê da mane.
Li Sêrtê jî bi heman awayî ji duh de bahoza tozê rabûye û her devera bajêr di bin tozê de maye.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê welatî hişyar kirine û gotiye ku dibe bandoreke neyênî li ser kesên nexweşiya wan a bêhnçikandinê hebe bike. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.