*Newroza Amedê 2022 Fotograf: Medyaya Civakî
Nivîskar Jan Dostî li ser hesabê xwe yê Twitterê, bi gotinên transfobîk êrîşî LGBTI+yên ku beşdarî Newrozê bûne, kiriye.
Jan Dostî fotografekî LGBTI+yên ku di pîrozbahiyên Amedê de hatiye girtin weşandiye û bi gotinên transfobîk êrîşî wan kiriye. Di fotografî de kesên LGBTI+ ala keskesor û ala transan hildane û du pankart vekirine ku li ser wan "Bê trans jiyan nabe", "Şer şer e çi jin e çi mêr e" nivîsiye.
Bixwîne - Li Newrozên Amed, Stenbol û Îzmîrê êrîşî rûmeta LGBTI+yan kirine
Piştî Dostî tweet weşandiye, gelek kesan li ser Twitterê bertek nîşanî wî dane.
Ev nêrînên transfobîk û tije nefret ji alê niviskarekî ve tê nivisîn! Ew panqartên di destê wan de ji hemû nivîsên de bi rûmettir ji niha û pê ve. Em ê di "newrozên" xwe de her tim hebin, fermo hûn dikarin biçirin. https://t.co/EE14Ym194e
— Netoçka (@netockaa) April 6, 2022
Zirarê van mirovan ji bo te çi ye? Tu xwe wek netewperwer nîşan didî, ma ev ên di wêneyê de, ne zarokên netewa te ne? Heqê wan tune ye ku Newroza gelê xwe de xwe îfade bikin? Newroz malê bavê te ye?Rewşenbîr(!) û nivîskarê (!) transfobîk. Ev, li Almanyayê sûc e. Here nav Talîban https://t.co/DlYqClaJ97
— Vᴀʏᴇ̂ Kᴏʏɪ̂ ڤایێ کۆیی (@UgurSermiyan) April 6, 2022
Em ê li hemberî nêrînên wê yên transfobîk bin,em ê berxwe bidin li kolanan, li qadan, di xewnên we de. ????️???? https://t.co/1hRfg0PsdS
— Hogir Ar (@HogirAr) April 6, 2022
Mêranîyê we hişê we xwariye. https://t.co/tPy2oPaaBe
— Mîrza Metîn (@mirzametin) April 5, 2022
Ka ji xwe re nivîskarên me meyzenin. Ecêba mezin transfobîya te ye! Yek ji yek e xweşiktir in. https://t.co/kcLTlyGR6P
— Stêrk (@fatossterk) April 5, 2022
LGBTI+ li gelek deveran bi ala keskesor beşdarî pîrozbahiyên Newrozan bûbûn. Li Stenbol, Îzmîr û Amedê êrîş li dijî LGBTI+yan bûbûn, alên wan ji wan hatibûn stendin û pankartên wan daxistibûn. (FD)