Fotograf: MA
Hiqûqnasên jin îro çûne Girtîgeha Kandirayê û serdana siyasetmedara kurd Aysel Tuglukê kiriye. Tûglûk li girtîgehê bi nexweşiya demansê ketiye.
Parêzeran piştî serdana Tûglûkê kiriye, li ber girtîgehê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek parêzer tevî civînê bûne. Di dema civînê de pankarta “Bila Aysel Tûglûk serbest bibe” vekirine û kaxizên “Bila zindan bên hilweşandin, girtî serbest bibin”, “Bijî piştevaniya jinan” û “STE (Saziya Tiba Edlî) girtiyan dişîne mirinê” hildane.
"Nexweşî lê giran bûye"
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzer Leyla Han Tuzelê beriya daxuyaniyê derbarê tenduristiya Tûglûkê de agahî dane û destnîşan kiriye ku nexweşî li gorî berê li Tûglûkê girantir bûye. Tuzelê diyar kiriye ku ji ber piştevananiyê moralê Tûglûkê bilind bûye.
"STE, Wezareta Dadê û saziyên fermî berpirsiyar in"
Piştî axaftina Tuzelê, parêzer Eylem Arzû Kayaoglû metna ku hatiye amadekirin xwendiye. Kayaoglû diyar kiriye ku Aysel Tûglûk ji sala 2016an û vir ve girtiye û behsa rapora nexweşxaneyê serbestkirina Tûglûkê kiriye. Parêzer Kayaoglûyê gotiye ku STE vê raporê ji nedîtî ve tê û rewşa Tûglûkê piştguh dike:
“Tenê armancek STEyê heye ku girtiyên nexweş dişîne mirinê. Helwesta li hember Aysel Tûglûkê nayê qebûlkirin û ne li gorî wîjdan û rûmeta mirovahiyê ye. Wezareta Dadê û saziyên fermî ji tenduristiya Aysel Tûglûkê ya giran dibe, berpirsiyar in. Tiştên li hember girtiyan tên kirin em qebûl nakin.”
Kayaoglûyê bang li Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê (TTB) û Baroya Stenbolê kir ku ji bo Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bikevin liv û tevgerê û dest bi parastina mafê jiyanê ya girtiyên nexweş bikin. (FD)