Hukimeta Sûriyê û Kurdan bertek nîşanî êrişên artêşa tirk dan
YPG, Rêveberiya Kantona Cizîrê û Artêşa Şoreşger daxuyandin ku balafirên artêşa tirk herêmên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, bombe kirine. Her wiha Hukimeta Sûrî jî daxuyand ku eger artêşa tirk careke din sînorê wan ê hewayê îxlal bike wê li balafirên wan bixin.