Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Îro saet 13:40an de li El Babê ji hêla DAIŞê ve li dijî yekîneya TSKyê bi wesayîta bombebarkirî êriş hat kirin.
TSKyê daxuyand ku di encama wê êrişa DAIŞê de 5 leşker canê xwe ji dest dane û 9 leşker jî birîndar bûne.
TSKyê navên leşkerên mirine jî eşkere kirin: Çawîşên pispor yên bi navê Saim Topal, Bahattin Bakir, Emre Doruk, Ramazan Taşkin û Mehmet Can.
Hat ragihandin ku 9 leşkerên birîndar jî rakirine nexweşxaneyên li Dîlok û Kilisê.
Ji 24ê Tebaxa 2016an vir artêşa tirk û OSO ligel hev ketine axa Sûriyê û operasyonan pêk tînîn.
Bi vî awayî hejmara leşkerên Tirkiyeyê ku li Sûriyê canê zwe ji dest dane derkete 54an.
(AS/YO)