Hollande: Divê Tirkiye dîsa dest bi pêvajoya çareseriyê bike
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomarê Fransayê François Hollande got ku Tirkiye li Sûriyê bi mudaxelekirina leşkerî ve hêzên kurd jî ji xwe re kiriye hedef û îhitimal e ku ev yek aloziyên li herêmê jî wê zêdetir bike. Holland destnîşan kir ku divê şer û pevçûnên li herêmê demildest bi dawî bibe û Tirkiye dîsa dest bi pêvajoya çareseriyê bike.
Holllande bi konsilên li Fransayê re civîn pêk anî û di axavtina xwe ya li civînê de got ku ji hêla Tirkiyeyê ve leşkerşandina ser DAIŞê tê fêmkirin lêbelê hêzên kurd li herêmê, ligel hêzên koalîsyonê li dijî DAIŞê şer dikin û êrişên ji hêla Tirkiyeyê ve ku li dijî hêzên kurd tên kirin jî rexne kirin.
Hollande got: “Mudaxelekirinên piralî û nediyar (nakok) îhtimala zêdebûna aloziyan derdixe holê. Divê demildest şer û pevçûn demildest bi dawî bibin û Tirkiye dîsa dest bi pêvajoya çareseriyê bike.”
(ÇT/YO)