Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Meclisa Leşkeriya Cerablusê Elî Heco got: “Eger artêşa tirk li Cerablusê agirbestê îxlal bike, em ê ji bo parastina welatiyên sivîl bersiv bidin.”
Fermandariya Giştî ya Cerablusê di 30ê Tebaxê de daxuyandibûn ku navbera hêzên wan û artêşa tirk de bi awayekî beramberî agirbest hatiye îlankirin.
Berdevkê Meclisa Leşkeriya Cerablusê Elî Heco îro daxuyanî da ANHAyê û derbarê şertên agirbestê de wiha got: “Ti hukmê agirbestê li axa ku aliyan li ser in nîn e. Aliyek nikare mudaxeleyê li axa aliyê din bike.”
“Belê me agirbestê qebûl kir. Lêbelê ev nayê wê wê wateyê ku em îşqalkirina Tirkiyeyê qebûl bikin. Em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin.”
“Cerablus perçeyek ji axa Sûriyê ye. Em dîsa temenî dikin ku agirbest dewam bike. Lêbelê divê dewleta tirk ji axa Sûriyê vekişe.”
Amerîkayê derbarê Cerablus û Minbicê de daxuyanî da
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis got ku Hêzên Sûriya Demokratîk ku YPG jî di nav de ye derbasî rojhilatê Çemê Firatê bûne, lê hin yekîneyên wan ji bo ku li Minbicê bi temamî kontrol were avakirin, hê jî li wir man e.
Davis di daxuyaniya xwe ya duh de wiha got: “Beriya DAIŞê li Minbicê rêveberî destê ereban de bû. Armanc ew e ku weke berê dîsa ereb rêveberiyê hildin destên xwe.”
Jeff Davis derbarê nîqaşên “rojhilatê Firatê” de wiha got:
“Hêzên Sûriya Demokratîk di serî de hêzên kurd ji gelek aliyan ve pêk tê û bi me re dixebitin li ser soza xwe sekinîn. Soza wan ew bû ku wê Minbicê rizgar bikin û piştre dîsa vekişin rojhilatê Çemê Firatê. Û di sê rojên dawî de jî wê soza xwe bi cih anîn.”
Em dizanin ku hê jî hin yekîneyên wan hêzan li Minbicê ne. Ev yek jî tê fêmkirin ji ber ku li Minbicê hê jî kontrol bi temamî nehatiye avakirin. Li Minbicê karên ku were kirin hêj gelek in. Ew yekîneyan teqemeniyê ku li wir hatine bicihkirin paqij dikin û ewlehiya li wir pêk tînin.”
“Dibe ku Minbic hê jî bibe hedefa DAIŞê û êriş li ser bê kirin.”
(AS/YO)