Rûsya: Em ji operasyonên Tirkiye û mûxalifên ew ku piştgiriya wan dikin bi fikar in

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê operasyona “Firat Kalkani” ku TSK û muxalifên ku piştgiriya wan dikin de daxuyanî da.
Li gorî nûçeya Sputnik Kurdistanê di wê daxuyanîyê de Rûsya li Sûriyeyê aciziyên xwe yên derbarê çalakî û operasyonên leşkerên artêşa tirk û mûxalifên ku piştgiriya wan dikin de anî ziman û ragihand ku ew ji wan operasyonan bi fikar in.
“Ji NY û Sûriyê destûr nehat hilanîn”
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de wiha hat gotin:
“Artêşa tirk çalakiyên xwe bêyî destûra hikumeta meşru ya Sûriyeyê û Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî pêk tîne.
“Ji bo vê ev çalakî û operasyon desthilatiya Sûriye û yekrêziya axa wê dixe binê şike. Di vî warî de helwesta Şamê adil û li gorî hiqûqa navneteweyî ye.
“Ev operasyonên Tirkiyeyê rewşa polîtîk û leşkerî ya Sûriyeyê zêdetir tevlî hev dike û dibe ev çalakî bandoreke neyînî li ser tevgerên agirbest, başbûna rewşa însanî, hewldan û xebatên navneteweyî bike.”
Wezareta rûsî bal kişand ser kingirtina operasyonan û ragihand ku divê Enqere ji hemû gavên ku rewşa Sûriyeyê bêramî bike dûr bikeve û vê krîza heyî kurtir neke.
(AS/YO)