Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
YPG, Rêveberiya Kantona Cizîrê û Artêşa Şoreşger derbarê ji hêla artêşa tirk (TSK) ve li Maarat Um Hawsk û Tel Rifatê bombekirina çeperên YPGê de daxuyanî dan.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê hêzên kurd ragihandine ku balafirên artêşa tirk herêmên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, bombe kirine. Her wiha Hukimeta Sûrî jî daxuyand ku eger artêşa tirk careke din sînorê wan ê hewayê îxlal bike wê li balafirên wan bixin.
YPG: Tirkiye piştgiriyê dide terorê
Di daxuyaniya YPGê de wiha hat gotin: “Dewleta tirk ji her kesî re nîşan da ku ew li Sûriyê piştgirî dide terorê.”
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku herêmên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirinji hêla artêşa tirk ve hatiye bombekirin û wiha hat gotin: “Ji bo parastina gelê me û axa me, em ê piştgiriyê bidin hêzên şoreşger.”
Sûrî: Em ê balafirên wan bixînin
Derbarê mijarê de artêşa Sûriyê jî daxuyanî da û got: “Eger artêşa tirk careke din sînorê me yê hewayê îxlal bike em ê bi her rê û rêbazê li balafirên wan bixin.”
Saroxan: “Bi awayekî meşrû mafê me yê parastinê heye”
Hevserokê Rêveberiya Meclisa Kantona Cizîrê Ebdûlkerîm Saroxan li gel rêvebirên Konseya Kantonê derbarê êrişên artêşa tirk de daxuyanî dan ji çapemeniyê re.
Di wê civînê de hat gotin ku Tirkiye bi Amerîka û Rûsyayê re peyman daniye ku herêmên di bin kontrola YPGê de îşqal bikin. Saroxan wiha got: “Bi awayekî meşrû mafê me ye ku em xwe biparêzin. Em ê li hemberî dagirkirina dewleta tirk bêdeng nemînin û bi hemû hêz û derfetên xwe bersiv bidin.”
Hêzên Şoreşger: Berpirsyar koalîsyon e
Hezên Şoreşger ku ji Ceyş El Siwar, Meclisa Leşkeriya Babê, Fermandariya Hêzên Eniya Parastinê yên Jinên Şehbayê, Cephed El Ekrad, Fermandariya Tûgayên Demokratîk ê Bakur pêk tê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di wê daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li cihê artêşa tirk bombebaran kiriye 6 meh in li dijî DAIŞê têkoşîn tê kirin û hat destnîşankirin ku ji wan êrişan hêzên koalîsyonê berpirsyar in.
(EKN/YO)