Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Kuliyeya Beştepeyê di bernameya ji bo Cejna Serkeftinê ya 30yê Tebaxê de axivî û got: “Di kîjan warî de pêwist be em ê dewletê ji nû ve saz dikin.”
Erdogan derbarê lêpirsînên li dijî cemaeta Fetullah Gulen de axivî. Axavtina Erdogan bi vî rengî ye:
“Wekî ku hûn dizanin em bi rêxistina terorê ya Fethullahî di nav têkoşîneke ku gelek berê niha, bi taybetî ku piştî 15-25ê kanûna pêşîn giran bû de bûn.
“Ev 3 salên dawîn di serî de teşkîlatên edalet û ewlehiyê ji bo ku mensûbên vê rêxistina şerê ji nav her hucreyê dewlet û civakê paqij bikin, ji bo ku rûyê wan ê qirêj û tarî nîşan bidin şev û roj dixebitin.”
FETO û DAIŞ
“Dema ku ev hemû li holê bin tu eleqeya wan kesên ku eqil û baweriya xwe didin bin emrê şarlatanê ku li Amerîkayê dijî, rihê xwe bi dolarekî firotine bi dîrok, çanda me û bi me re tune. Êdî mijar ne mijara xapîn û xapandinê ye.
“Her kesê ku li gel rastiyên ku nîşaneyên ewil di 17-25ê kanûna pêşîn de hatin dîtin û di 15ê temûzê de jî tu aliyê wê yên veşartî neman di nav vê çeteya îxanetê de fealiyetên xwe berdewam dikin bi teamûden xaînê welat e, dijminê gel e.
“Ez vê car din îlan dikim. Kî li ku kî dizane divê vê ragihîne meqamên me yên rayedar. Hewceyê veşartin û xefkirinê nîne. Ragihînin ku em demildest van paqij bikin."
Pirsgirêkên li NY, Sûrî û Îraqê
“Dema em wehşê li hemberî me çiqas lêkolîn dikin derdikeve holê ku sedema pirsgirêkên ku Tirkiye li Sûrî, Îraq û NYê dijî FETO bi xwe ye.
“Bi taybetî teşebusên krîza ekonomîk ku 4-5 sal in tên kirin şopên FETOyê derketiye holê.”
“Yê ku kaînatê birêve dibe jî ev şarlatan e”
“"Em mecbûr in ku dijî rêxistinên wekî FETO û DAÎŞê yên ku nirxên dînê me yê bilind îstismar dikin, hişyar bin.
“Di şemayê de çi dibêje, îmamê gerdûnê. Ev tê çi wateyê? Ango kesê ku gerdûnê bi rê ve dibe ev şarlatan e.
“Ji ber wê li 170 welat, fealiyet dikin. Lê belê dostên me hê jî haj bi vê yekê tunin. Dê kengî haj pê hebin?
“Dema ku wekî me ferq kirin dê ferq bikin lê dê ji dest wan biçe. Ji ber wê em mecbûrî ji wan re jî qise dikin. Em yek bi yek telefonî wan dikin. Em ji serokdewletan re qise dikin, serokên hikûmetan re ji wezîran re."
Ji nû ve sazkirina dewletê
"Mensûbên çeteya îxanetê ya ku dibêjinê FETO jixwe wê unîformaya bi şeref heq nekirine. 15ê tîrmehê sembola wê yekê ye ku gelê me ne li Hêzên Çekdar ên Tirk, dijî mensûbên çeteya îxanetê ya ku dibêjinê FETO li welat, îstiqlal û îstiqbala xwe xwedî derketin.
“Bila serê tu mensûbên me yên Hêzên Çekdar ên Tirk nekeve berê. Bereksê wê ez li bendê me ku eskerên me bi serbilindî têkoşîna xwe ya dijî xaînên di nav me de û dijminên li derve re gelekî biryardartir berdewam bikin.
“Ez dixwazim heke ku di nav eskerên me de hebin bila vê demildest ragihînin cihên hewcedar ku em herekata paqijkirina van zûtir bikin, zûtir xilas bikin.
“Lewra Hêzên me yên Çekdar bi tu awayî layiqê van nîne. Di vê têkoşîna we de ez wek Serokomar, serfermandar wekî ewladekî vê gelê ezîz her dem li gel eskerên me, ez ê ji niha pê ve jî li gel wan bim."
(AS/YO)