Li El Babê leşkerekî din hate kuştin
Li El Babê ku TSK lê operasyon pêk tîne de duh di encama êrişa DAIŞê de çawîşê pispor Ayhan Guzel (26) canê xwe ji dest da.

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Li El Babê ku TSK lê operasyon pêk tîne de duh di encama êrişa DAIŞê de çawîşê pispor Ayhan Guzel (26) canê xwe ji dest da, 9 leşkerên din jî birîndar bû.
9 leşkerên birîndar anîne ber deriyê sînor û bi ambullansên li benda wan b3un ve rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Kilisê.
Hat ragihandin ku di encama êrişa DAIŞê de çawîşê pispor yê bi navê Ayhan Guzel (Gurgum-Elbistan) canê zwe ji dest daye.
Ji destpêka operasyona ku TSK li Sûriyê pêktîne heta niha 39 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.