Dadgeha Destûrî biryara doza kuştina Nîhat Kazanhanî betal kiriye
Dadgeha Destûrî biryara doza Nîhat Kazanhanê ku polîsan gule li wî reşandibû û ew qetil kiribû, betal kiriye. Bavê Nîhat Kazanhan gotiye, “Biryar Nîhat venagerine, lê dîsa jî biryareke erênî ye. Gelek zarokên mîna Nîhat bi neheqî hatin kuştin, dibe ku ev biryar di pêşerojê de rê li ber tiştan weha bigire."