Doza kuştina Leyla Aydemira 4 salî ya ku li Agiriya ji bo eydê çûbû li mala bapîrê xwe winda bûbû û piştî 18 rojan cesedê wê hatibû dîtin dest pê kiriye.
Rûniştina dozê li Mehkemeya Cezayê Giran a 1emîn a Agiriyê berdewam e. Ji şikbaran Mehmet Alî Aydemîr ji girtîgeha Elezîzê ji ser SEGBÎSê beşdarî rûniştinê bû.
Di rûniştinê da 6 şikbar û parêzerên wan, bavê Leyla Aydemîrê Nîhat û dayika wê Şukran Aydemîr û eqrebayên wan amade bûn.
Çi bûbû?
Leyla Aydemira 4 salî roja ewil ya Eyda Remezanê li Bizirxaneya gundê Agiriyê wenda bûbû û ji bona dîtina wê xebatên lêgerînê dest pê kiribûn. Cinazeyê Leylayê 18 roj bi şûn da 2 kîlomêtro dûrî gund li ber devê çêm hatibû dîtin.
Cinazeyê Leyla Aydemirê li gundê Bizirxaneyê hatibû definkirin.
Ji ber bûyera Leyla Aydemira 4 salî 14ê Tîrmehê 7 kes hatibûn binçavkirin.
(MB)
Fatih Gazioğlu |AA