Îsraîlê bi balafirên şer êrişî parka zarokan a li Kampa Penaberan a Megaziyê ya Xezeyê kir û di encamê de zarok û jin jî di nav de 10 kes mirin.
Li gor agahiya ku çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezeyê dan nûçegihanê AAyê, herî kêm cenazeyên 10 kesên ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Kampa Penaberan a Megaziyê de mirine gihîştin Nexweşxaneya Şehîdên Eksayê ya li Deyr el- Belahê ye.
Şahidên bûyerê tekez kirin ku balafirên şer ên Israîlê parka zarokan a lîstikê ya li Kampa Penaberan a Megaziyê kirin armanc.
Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li ser Xezeyê pêk hatî de 33 hezar û 843 filistînî mirine ku ji wan herî kêm 14 hezar û 500 zarok û 9 hezar û 560 jin in. Her weha 76 hezar û 575 kes jî birîndar bûn.
Ji 7ê Çiriya Pêşiya 2023an û vir ve li Şerîeya Rojava û Rojhilatê Qudusê di êrîşên leşker û niştecihên Îsraîlê de 468 filistînî mirine.
(AS/AY)