Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dîrektora Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Catherine Russellê derbarê zarokên di şerê ku di 24ê Sibatê de bi êrîşa Rûsyayê ya li Ûkraynayê destpê kiriye de mirine daxuyanî daye.
Russellê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ku duh (22ê Tebaxê) hatiye weşandin, diyar kiriye ku di şerê ku nêzî 6 meh in dewam dike de nêzî hezar zarok mirine ango birîndar bûne. Russellê bal kişandiye ser "pêdiviya lezgîn a aştiyê".
Russellê gotiye, "Weke hemû şeran, biryarên bêhişmend ên mezinan careke din zarokan dixe bin metirsiyek mezin."
Dîrektora UNICEFê têkildarî daneyên zarokên ji destpêka şer û vir ve mirine, diyar kiriye ku di vê pêvajoyê de herî kêm 972 zarok hatine kuştin ango birîndar bÛne. Ev tê wê wateyê ku rojane zêdetirî 5 zarok di encama tundkariya şer de têne kuştin an birîndar kirin.
A story no child should ever draw.
— UNICEF (@UNICEF) August 22, 2022
Six months into the war in Ukraine, children need peace now. pic.twitter.com/MNwQ7BWCLc
Di 6 mehan de zêdetirî 5 hezar sivîl mirine
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) di şerê Rûsya û Ûkraynayê de heta 21ê Tebaxê 5 hezar û 587 sivîl mirine û 7 hezar û 890 sivîl jî birîndar bûne.(SD/AY)