Artêşa Îsraîlê di 20 rojên dawî de 490 zarok qetil kirin

Piştî Îsraîlê peymana agirbestê ya bi Hamasê re betal kir, di 18ê Adarê de li dijî Xezeyê êrişên berfireh da destpêkirin. Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê berdewam in.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê aşkere kirin.
Li gorî wezaretê di êrîşên artêşa Îsraîlê yên di 20 rojên dawî de jê 490 zarok 1350 Filistînî hatin kuştin.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Bi hejmaran encama şerê ku saleke li Xezeyê didome
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di daxuyaniya wezaretê de weha hatiye gotin:
"Malbat bi tevahî tên kuştin, zarok di nav xirabeyên xaniyan da dimînin. Em bangî hemî welatan dikin ku bila vî sûcê hovane şermezar bikin."
Her weha Berdevkê Parastina Sivîl Mahmud Bassal bi AFPê re axivî û got ku ji serê sibeha roja yekşemê heta niha 21 jê li Han Yunusê ku dikeve başûrê Xezeyê bi giştî herî kêm 44 kes hatine qetilkirin.
Rojnamegerek hat qetilkirin
Balafirên şer ên Îsraîlê konê rojnamegeran a li nêzî Nexweşxaneya Nasirê hedef girt. Di êrişê de nûçegihanê Palestine Todayê Hîlmî el-Fakavî mir.
Her wiha 9 jê rojnameger bi giştî 10 kes jî birîndar bûn. Di encama êrişên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’yan heta niha de li Xezeyê 210 rojnameger hatine qetilkirin.
