Li gorî daneyên ku Buroya Çapemeniyê ya Hikûmeta li Xezeyê di 30ê Îlonê de eşkere kir, artêşa Îsraîlê di salekê de nêzî 3 hezar û 650 qetlîam pêk anîne.
Di van qetlîaman de 41 hezar û 870 kes mirin. Ji wan 17 hezar zarok, 11 hezar û 378 jin û 13 hezar jî mêr in. Her weha 97 hezar û 166 kes jî birîndar bûne.
Cenazeyên 10 hezar kesên ku di bin xirbeyan de mane yan jî winda bûne hê jî nehatine dîtin. Bi vî awayî ji sedî 42ê kesên mirine zarok, ji sedî 27 jin û ji sedî 31 jî mêr in.
CPJ: Îsraîlê di 22 salan de 20 rojnamegerên Filistînî kuştine
Herî zêde zarokan bedel dan
Li gorî nûçeya ku Ajansa Anadoluyê berhev kiriye, ji ber êrîşên Îsraîlê berdêla herî giran zarokan dane. 171 pitikên ku di dema êrîşan de ji dayîk bûn, mirin.
Di êrîşan de 710 pitikên di bin 1 salî de ne jî mirin. Ji bin xirbeyan fetus jî hatin derxistin. 25 hezar û 973 zarokan dê û bavên xwe an go ji herduyan yek winda kirine. Di 7 gorên komî yên li nexweşxaneyan hatin derxistin de cenazeyên 520 Filistîniyan hatin dîtin.
902 malbat bi temamî ji holê hatin rakirin
Di êrîşên Îsraîlê de hemû endamên bi sedan malbatan mirine, ji hezaran malbatan jî tene yek ango du kes sax man e.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Buroya Çapemeniyê ya 2ê Cotmehê, 902 malbat ku hemû endamên wan di êrîşên ku ev salek berdewam dikin de mirine û malbat bi temamî ji holê hatine rakirin. Ji 1364 malbatan tenê yek kes û ji 3 hezar û 472 malbat 2 kes sax man.
Li Xezeyê heta niha 170 rojnameger hatine kuştin
Birçîbûn, dorpêç û kêmbûna dermanan
Îsraîlê bi girtina deriyên sînor ên Xeta Xezeyê 5 meh in dorpêçek tund pêk aniye. Birçîbûn, kêmxwarinî û kêmasiya dermanan li dijî filistîniyên sax weke çek bi kar anî.
Di salekê de 36 Filistînî ku piraniya wan zarok bûn ji ber birçîbûn û kêmxwarinê mirin. 3 hezar û 500 zarok ji ber kêmxwarinê di xetereya mirinê de bûn.
71 hezar û 338 kes ji ber koçberiyê bi nexweşiya hepatîtê ketine û milyonek û 737 hezar û 524 kes jî rastî nexweşiyên curbecur hatine.
10 hezar nexweşên penceşêrê ji ber bêdermaniya li Xezeyê her kêliyê bi xetereya mirinê re rû bi rû ne.
12 hezar Filistînî û 3 hezar nexweşên ku di êrîşan de birîndar bûn li derveyî Xezeyê hewcedarî bi dermankirinê bûn.
986 xebatkarên tenduristiyê mirine
Artêşa Îsraîlê qanûnên navneteweyî binpê kir û bi taybetî nexweşxane û xebatkarên tenduristiyê kir hedef. Bi vî awayî derfetên dermankirinê ji deste nexweş û filistîniyên ku di êrîşan de birîndar bûbûn girt.
Ji ber êrîşan 34 nexweşxane û 80 navendên tenduristiyê ji xizmetê ketin, 162 saziyên tenduristiyê xisar dîtin û her weha 131 ambûlans ji xizmetê ketin.
986 xebatkarên tenduristiyê mirin û 310 xebatkarên tenduristiyê jî hatin desteserkirin. Hin bijîjkên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn desteserkirin, di girtîgehên Îsraîlê de ji ber îşkenceyê mirin.
Herî kêm 175 rojnameger hatin kuştin
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezeyê ya di 6ê Cotmeha 2024an de, 175 rojnamevanên Filistînî ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin.
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) di daxuyaniya xwe ya 4ê Cotmeha 2024an de diyar kir ku li Xezeyê 123 û li Lubnanê jî 3 rojnameger di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin. Her weha saziyê bi belgeyan piştrast kir ku 2 rojnameger li Îsraîlê di êrîşên komên Filistînî de hatin kuştin.
CPJ ragihand ku 2 rojnamevanên Filistînî winda ne û 69 rojnamevan jî hatine girtin. 350 bûyerên kuştin, birîndarî û girtinê tên lêkolîn kirin.
RSF û CPJ: Divê di şerê Îsraîl û Filistînê de ewlehiya rojnamegeran were sazkirin
Ji sedî 93ê dibistanan bi temamî yan jî qismî hilweşiyan e
Li gorî daneyên Filistînê, beriya 7ê Cotmeha 2023an li Xezeyê 17 zanîngeh û kolej û 796 dibistanên ku 800 hezar xwendekar tê de perwerde dibûn hebûn. Artêşa Îsraîlê ji van dibistanan 125 bi temamî hilweşand û 337 ji wan jî qismî rûxand. Bi vî awayî ji sedî 93ê avahiyên dibistanan bi temamî yan jî qismî wêran bûne.
Li gorî daneyên Ofîsa Ragihandinê li Xezeyê di encama êrîşên Îsraîlê de 11 hezar û 500 xwendekarên dibistana seretayî û amadeyî, 750 mamoste û kesên di warê perwerdeyê de dixebitin û 115 mamosteyên zanîngehê û akademisyen mirine.
Di salekê de 85 hezar ton teqemenî hatiye bikaranîn
Îsraîlê di salekê de 85 hezar ton teqemenî li Xezeyê bi kar anî. Di van êrîşan de mal, avahiyên hikûmetê, bermahiyên dîrokî û her wiha şebekeyên ceyran û avê nekarin bên bikaranîn.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê, 611 mizgeft bi temamî wêran bûne, 214 mizgeft bi qismî wêran bûne, 150 hezar xanî bi temamî wêran bûne, 200 hezar xanî bi qismî wêran bûne û 80 hezar xanî jî hil weşiyane û nabe were bikaranîn. Her wiha 201 dîreyên dewletê, 206 şûnwarên dîrokî û 3 dêr jî bûne hedefa êrîşên Îsraîlê. 36 tesîsên werzişî û stadyum û 700 bîrên avê ji xizmetê ketin.
Wezareta Weqf û Karûbarên Olî ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe ya 5ê cotmehê da diyar kiribû ku li seranserê Xezeyê ji 1245 mizgeft ku ji sedî 79ê tevahiya mizgeftan hilweşiyan e, ji 60 goristanan 19 bi qestî û sîstematîk hatine hedefgirtin, gor hatine kolandin û bi dehan cenaze hatine dizîn.
'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 238 peywirdarên wezaretê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin û ji wan 19 kes hatine desteserkirin.
Di binesaziyê de 3 hezar û 130 kîlometre ceryan, 330 hezar metre av, 655 hezar metre şebekeya kanalîzasyonê û 2 milyon û 835 hezar metre şebekeya rêyan hat îmhakirin.
Serokê Filistînê Mahmûd Abbas di axaftina xwe ya li Lûtkeya Diyaloga Hevkariya Asyayê (AID) ku di bin navê "dîplomasiya werzişê" de li Dohaya paytexta Qeterê di 3yê cotmehê de hat lidarxistin de got ku artêşa Îsraîlê di şerê hovanê yê qirkirinê de li Xezeyê, di nav wan de navendên werzîşê hene ji sedî 90ê binesaziyê ji holê rakir.
(VC/AY)